Meclisa Jinan a HDP'ê starta 'Tekoşîna Jinan li her derê ye' da

  • jin
  • 13:54 8 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî êrîşên ku li ser destkeftiyên jinan pêk tên kampanya "Jin li der herê ne" da destpêkirin. Jinan bi dirûşmeya “Em hene, em li vir in, Têkoşîna Jinan li her derê ye" starta têkoşînê da. 

 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya balê bikişîne ser tundiya li ser jinan û êrîşên li dijî destkeftiyên xwe, starta kampanya “Em hene, em li vir in, Têkoşîna Jinan li her derê ye" da destpêkirin. Jinan starka kampanyayê li Parka Kugulu da. Berdevka Mevlîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên jin ên HDP'ê, Endamên Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk 
(KCD), Meclîsa Jinan a DBP, Lijneya Jinan a Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a HDP, nûnerên rêxistinên jinan, nûnerên Meclîsa Jinan a SKM, SODAP û SYKP, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Xebatkarên Jin ên Partiya Çep tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî îstîsmar û Qeyûman em hene, Têkoşîna jinan li her derê ye"  vekirin. Polîsan bi hinceta li ser pankartê "kayyım" heye, astengî derxistin. Parlamenterên HDP'ê bertek nîşanî polîsan dan. Jinan di çalakiyê de dîsa dowîzên "Heserokatî xeta me ya xemrî ye", "Efûya îstîsmarê nabe", "Têkoşîna jinê li her derê ye" rakirin û bê navber dirûşmeya “Berxwedan jiyan e" "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Li ser navê jinan Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, daxuyaniya bi sernavê “Têkoşîna Jinan li her derê ye" xwend û starta xebatê da. 
 
Daxuyaniya ku Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran xwend wiha ye:   
 
"TÊKOŞÎNA JINAN LI HER DERÊ YE
 
Li Tirkiye û hemû cîhanê kapîtalîzm di kirîzê de ye. Ji bo ku kapîtalîzim ji nav vê kirîzê derkeve serî li rêyên cuda dide, wekî afrandina gotinên nebaş ên nefret û kînê, birêxistinkirina nijadperestiyê, êrîşkirina maf û destkeftiyên jinan, her wiha bi vê yekê dixwazin rê li ber desthilatdariyeke rastgir vekin ya ku mafê karker û kedkaran bêtir binpê dike û desthilatiyeke faşîstijadperest li ser gelan ferz bikin. Ji aliyekî din ve bi polîtîkayên xwe yên di dema belavbûna Covid-19'ê de aşkera dan xuyakirin ku ew çiqasî li dijî jinan, gelan û civakê ne. 
 
Berpirsên van nexweşî û belayan pergala birêvebirina dewletên kapîtalîst e. Ev nexweşî û pandemî ji xwe re kirin wekî firsendekê ku pergalên faşîst bêtir otorîter bikin. 
 
Hevalbendên desthilata hikûmta tirk a AKP/MHP'ê ev pandemî ji xwe re kirin wekî firsendekê û bi riya keyûman êrîş birin ser destkeftiyên gelê kurd û maf û vîna hilbijjêran tune hesibandin, darbe li dijî vîna gel pêk anîne. Ne bi tenê vîna gelê kurd xesb kirin lê êrîşên xwe li dijî çand û zimanê kurdan jî berdewam kirin. Êrîşên xwe birin ser pergala hevserokatiyê, hewl didin ku hemû destkeftiyên jinan jî xesb bikin û wekî berdewamiya van êrîşan darbeya ku di van rojên dawî de li dijî parlementeran pêk hat û parlementeriya 3 wekîlan betal kirin.  
 
Yek ji wan parlemnetran hevseroka KCD û parlementera Colemêrgê rêzdar Leyla Guven bû ku hemû temenê xwe dayû riya tekoşîna ji bo azadiya gelê kurd û di vê riyê de gelek bedelên giran jî dane.
 
Di serî de jin hemû kesên li ber xwe didin ji vê desthilatê re wekî hedef in. Lewre jî ew êrîşên her kesî dikin, parlementeran ji kar dixin û bi taybetî jî kesên ku bi dengên jinan hatine hilbijartin, di vê dema belavbûna vê nexweşiya koronayê de jî êrîşên xwe mêtingerî li dijî gelê kurd û bi taybetî li dijî destkeftiyên jinan zêdetir kirin. Li dijî her kesên li ber xwe didin êrîşên xwe zêdetir kirin. Lê çi dikin bila bikin, ew dê nikaribin vê hêrsa jinê, hêrsa gelên bindest kêm bikin. Wan her li ber xwe daye û dê li ber xwe bidin. 
 
Di dema ew desthilatiya mêr, pergala kapîtalîst, kursî û meqamên xwe ji xwe re wekî bingeh digirin dest ê me jî em wekheviyê û tekoşîna azadiyê ji xwe re wekî bingeh digirin dest. 
 
Bloka faşîst a AKP-MHP  bi banga “Li mala xwe bimînin” ya qaşo ji bo tenduristiya xelkê bang dikirin tevî hemû bangên ku sazî û dezgehên me yê jinan kirin wan guh neda banga me ya tedbîrên pêşiya tundiya li dijî jinê digirin. Lê berevajiyê wê yekê wan qanûna hejmar 6284 a (peymana Stenbolê) bêkêr kir û hema bêje ji kar xist. Her wiha êrîşên xwe yên li dijî komele û saziyên jinan zêde kirin. Êrîş birin ser saziyên jinan ên tekoşîna xwe li dijî tundiyê dikin.  
 
Êrîşa li dijî endam û rêveberên komeleya jinan a Rosa û binçavkirin û girtina çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî mînaka dawî ya van êrîşa ye. Ew yek jî ne bes bû bi ser de qanûna înfazê ya MHP'ê piştgiriya wê dikir bi lezgînî derxistin û kesên ji ber tundiya li dijî jinê û sûcên tecawizkariyê hatibûn girtin serbest berdan. 
 
 
Kesên bi nasnavên profesor, rojnamevan û nivîsakaran derxistin telvîzyonan. Van kesan hewl da îstismarkirina zarokan rewa bikin. Bi darbeya qeyûman a li ser şaredariyan vîna gelê kurd û jinan xesp kirin. Pergala hevserokatiyê û temsiliyeta wekhev a me jinan bi têkoşîna salan bi dest xistin kirin fedefa xwe. Êrîşên zayendperest li dijî jinên têkoşer pêk anîn.  Bi kargoyê cezanezeyên zarokan ji dayikên wa re şandin, bi veşartina cenazeyan a di peyarêyê de, êrîşa li dijî goristanan êrîşên nirxên gel û yên mirovahiyê kirin. Hewl dan projeyên wek Kanal Stenbol, kana madeyê ya li Bursayê yên dijminên mirovahî û xwezayê bikin meriyetê. Herkesî banga "li malê bimîne" dikir lê wan zor da karkeran da ku bixebitin. Hewl dan jinan mehkûmî hejarî û bêkariyên bikin. 
 
Desthilata AKP-MHP'ê ya hewl dide emrê xwe bi polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan dirêj bike, gotina 'asyîbûnê' her tim tîne ziman. Di ser serweriya mêr de bi navê 'asayîbûnê' çavê xwe kutaye destkeftiyên jinan ên bi kedeke mezin bi salan bi dest xistine. Em jin dizanin, tişta AKP-MHP jê re dibêjin 'asayî' faşîzm e, zayendperetî e, dijminatiya li dijî jinan e. 
‘Asayiyên’ wan qetlîamên jinan e, ‘asayiyên’ wan di bin navê xweşkuştinê de bi dawîkirina jiyana jinan e. ‘Asayiyên’ wan di bûyera windakirina Gulistan Doku de jî me dît, bi destê polîs û leşkeran li dijî jinan pêkanîna siyaseta mêtingeriyê ye, parastina kujeran e. Em vê ‘asayiyê’ qebûl nakin.
 
Ev êrîşên ku li dijî destkeftiyên me ne nû nin. Di sedema îktîdariya faşîs a AKP-MHP’ê de, di îktîdarên beriya sedemên din de jî li dijî destkeftiyên jinan êrîş pêk hatibûn. Lê tiştên ku ew nabînin an jî naxwazin bibînin, jin gerek li Kurdistan û Tirkiryeyê, gerek li Lûbnanê, gerek li Fransa, DYA û her derê cîhanê li dijî êrîşan berxwedan û neterikandina qadan ji xwe re kirine qaîde. Em jinan; mîrasa têkoşîna xwe ji Rosayan, Clarayan, Sarayan, li Newyorkê jinên kar ên tekstîlê, ji berxwedana Geziyê û jinên ku di 8’ê Adarê de li qadan azad bûn, girtine. Em di domandina vîna wan ên têkoşînê de bi biryar in. 
 
Ger li dijî destkeftiyên me yên jinan êrîş hebin li hemberî vê yekî jî biryardariya me ya jinan a têkoşîn û berxwedan heye. Aha tam di vê pêvajoyê de jî li dijî rêxistinbûyîna serdestiya mêran wekî Meclisa Jinan a HDP’ê, kampanyaya bi navê ‘TÊKOŞÎNA JINAN LI HER DERÊ YE’ ku dê mehekî bidome, didin destpêkirin. 
 
Wekî Meclisa Jinan a HDP’ê, starta kampanyay ku me dayî destpêkirin, bi hevserok û hevberdevkên me û wekî HDK û DTK’ê dê bi gotina ‘EM HENE, EM LI VIR IN, TÊKOŞÎNA JINAN LI HER DERÊ YE’ bidin destpêkirin. Li mal, kolan, meclis, cihê kar; bi kurtasî li her qadên jiyanê em ê xwedî li mafên xwe derkevin. 
 
Li dijî qanûna îstîsmarê ku tê xwestin li meclisê bê derbaskirin, em ê bêjin ‘Efûya îstîsmarê nabe’.
 
Li dijî Qanûna Înfazê ku ji bo girtiyên siyasî tê wateya mirinê lê çeteyan, dizan, tacîzkarên jinan û faîlên tundiyê dide berdan, em ê kolanan neterikînin. 
 
Em ê bi gotina ‘Hevserokatî Xeta me ya Mor e’ destûrê nedin qeyûmên ku dijmînê jinan in, bajarên me bikin bajarên mêran. 
 
Li dijî qetlîamên jinan ku veguheriye qirkirina zayendî em ê xwe bi gotina ‘tehemûla me ji bo kêmbûna yek kesî jî tuneye’ li her derê bi birêxistin bikin. 
 
Divê tifaqa mêran a AKP-MHP’ê bizanibin; em ê mafên xwe yên ku hatine bidestxistin radestî însafa wan nekin. Em Jin dizanin ger bihevre bin em xurt in. Yê ku me bide jiyandin têkoşîn û piştgiriya me ya jinan e. Ji bo hemû jinan bangaweziya me ye; Werin em bi têkoşîna xwe ya BI HEV RE bibin tirsa îktîdara mêr. Ji bo jiyandina cîhanekê divê em destkeftiyên xwe yên jinan nedin bi xesp kirin. 
 
Yek armancê hemû van êrîşan hene. Em jinan têxin nav kaliba ‘bîatkirinê’ û ‘jina makbul’. Di hedefa mêrê serdest ê faşîst de bêdengkirina jinan, hepiskirina jinan a nava çar dîwaran, li dijî destkeftiyên mafên jinan êrîş hene. Lê belê tiştekî ji bîr kirine heye, di hedefa me ya jinan de jî, ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşîn û berxwedan heye. 
 
Wekî Meclisa Jinan a HDP’ê; BI HEV RE, li dijî qeyûman, li dijî îstîsmarê, li dijî qanûna înfazê, li dijî tundiya li ser jinan; li meclis, kolan, taxan, malan, qadan, febrîkayan, atolyeyan û her derê bajaran di nav têkoşîn û rêxistinbûyînê de bin. 
 
Têkoşîna Jinan Li Her Derê Ye
Jin Jiyan Azadî
Meclisa Jinan a HDP’ê"