Jinên Êlihê qedexeya walîtiyê nas nekirin û meşiyan
- jin
- 16:32 08/3/2021
Li Êlihê tevî ku polîsan meşa jinan qedexe kir jî lê jinan li qedexeyê guhdar nekir û meş li dar xistin. Jinan bi dirûşm û dovîzên xwe peyama xwe ragihandin.
Li Êlihê tevî ku polîsan meşa jinan qedexe kir jî lê jinan li qedexeyê guhdar nekir û meş li dar xistin. Jinan bi dirûşm û dovîzên xwe peyama xwe ragihandin.
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de axivî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê herî zêde bandorê li jinan dike û ev tişt got: “Vê tecrîda bêhiqûqî rakin û li gorî Destûra Bingehîn tevbigerin.”
Li Amedê bi hezaran jin bi reng û xemla xwe mitînga 8’ê Adarê pîroz kirin. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên jinan ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ew ê li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê bêdeng nemînin.
Bi tevlîbûna bi dehan jinan, li navçeya Elkê ya Şirnexê 8'ê Adarê hat pîrozkirin.
Coşa şahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Wanê dest pê kir. Bi hezaran jin ji bo beşdarî mîtînga 8'ê Adarê bibin bi cil û bergên xwe yên neteweyî diherikin qada mîtîngê.
Xwendekarên jin bal kişandin ser tundiya li dijî jinan ku li zanîngehan zêde bûye û ev tişt gotin: “Em ê li zanîngehan rê nedin tundiya AKP’ê, YOK’ê, polis û zilaman.”
Meral Karakûş ku bê rawestan li dijî zextên dewletê, koçberî, cihêkarî û xizaniyê têkoşiyaye, di çîroka xwe de şertan xera kiriye û piştî ceribandinên xwe yên 16 salan atolyeyeke tekstîlê vekiriye.
Ezgî Mersîn ku li Xana Birinc a Enqereyê bi xesiya xwe re kafekê dixebitînin, bal kişand ser zayendperestiya civakê û ev tişt gotin: “Bi rûniştinê tiştekî naguhere. Tiştek tenê jî biguhere ev weke şepê mezin dibe.”
Jinên ku li navçeya Rezan bi peşengiya Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hatin gelhev, beriya 8’ê Adarê bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û çalakiya jinên di grevê de silav kirin.
Kesên ku di çalakiya 8’ê Adarê ya navçeya Kadikoyê de hatibûn binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, hatin berdan.
Li Dîlokê Platforma Demokratîk a Jinan, 8'ê Adarê bi meşeke girseyî pîroz kir û got, "Keda me, bedena me, nasnameya me û azadiya me ya me ye."
Li Enqerê, zilamê bi navê Zeynel Korkmaz hevjîna xwe Reyhan Korkmaz ku derbarê wî de biryara dûrxistinê dabû girtin, qetil kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê, li Wan û Amedê qerenfîl ji jinan belav kirin û jin vexwendin mîtîngên sibe li Amed û Wanê bên lidarxistin.
5’emîn rêze “Konserên Dengê Qedîm ên Amîdayê” bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, diyarî jinan hat kirin. Konser, wê îşek saet 20.00’an de li ser platforma medya civakî bê weşandin.
8 jin û aktîvîstên LGBTÎ+ ên piştî Hevdîtina Jinan a Mezin a Kadikoyê bi lêdanê hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.