Jin tên kuştin: Faîl xizmên wan in
- jin
- 12:33 26/1/2022
Li Amedê jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin. Li Enqerê jina ku hat gotin "întihar kiriye" derket holê ku hatiye kuştin. Li Mersînê jî êriş li zarokekê hat kirin.
Li Amedê jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin. Li Enqerê jina ku hat gotin "întihar kiriye" derket holê ku hatiye kuştin. Li Mersînê jî êriş li zarokekê hat kirin.
Dayika Aştiyê Besna Gunay, 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê. Gunay ku hewl dide bibe dengê girtiyan, diyar kir ku dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernede û ji bo kurê xwe yê ku li Girtîgeha Bûcayê di greva birçîbûnê de ye û girtiyên din bang kir.
Semra Gumuşlu ku her roj tevî keça xwe ya 5 salî tevli Nobeda Edaletê dibe, got: "Divê her kes xwedî li vê nobedê derkeve. Ger em bibin yek dê edalet pêk bê."
Platforma Jinan a Enqereyê bertek nîşanî hedefnîşandana siyasetmedar, hunermend û rojnamegerên jin dan û wiha gotin: “Em ê piştevaniya xwe ya li dijî tundiya mêr-dewletê mezintir bikin û tu carî dev ji gotina jin bi hev re bihêztirin bernedin.”
Cenazeyê Hayriye Ûlûsoy a ku ji 18'ê çilêyê ve winda ye, di gola bendavê de hat dîtin.
Di danişîna 9’emîn a doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê hat xwendin. Di raporê de hat diyarkirin ku Gultekîn beriya canê xwe ji dest bide, hatiye şewitandin.
Platforma Jinan a Îzmîrê beriya doza Denîz Poyraz li pêşiya dadgehê bang kir. Jinan got ku heta kesên hedef nîşan dayîn û rê li ber qirkirinê vekirîn tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin. Jinan destnîşan kir ku dê li dijî kujeran serî netewînin.
Li navçeya Edremîtê, zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran jê cuda dijiya kuşt.
Li Îranê, jina binavê Fatameh Aaîl a wênekêş hat kuştin.
Faîl Ogûzhan Kahraman ku li navçeya Înegolê hewlda xwişka xwe Îrem û hevjîna xwe Mîne Kahraman bikuje hat girtin.
Platforma Jinan a Semsûrê bal kişand ser kuştinên jinan û wiha got: “Hemû jinên hatine qetilkirin ji ber polîtîkayên ku Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’ê pêk neanîne di nava me de nînin.”
Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan, ji bo girtiyên nexweş ên giran Semîre Dîrekçî, Gullî Kara û Zekiye Tekîn ji tevgerên jinan re name şand.
Pîlota ciwan Zara Rûtherford, piştî têkoşîna ji pênc mehan bû jin a herî ciwan ku bi tena serê xwe li derdora cîhanê firiya.
Endamên Platforma Jinan a Îzmîrê ji bo Aysel Tugluk kartên piştevaniyê şandin û xwestin tavilê were berdan.
Derket holê ku Kerzîban Keskîn a li Navçeya Serîkê 83 roj in wenda bû, hatiye qetilkirin. Polîsan têkildarî bûyerê 4 kes kirin binçavan.