‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’
- jin
- 09:21 17/7/2020
Jinan, diyar kirin ku Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya wan a herî girînge û gotin: “Divê baş bê zanîn ku, em bi biryarin mafê jinan biparêzin.”
Jinan, diyar kirin ku Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya wan a herî girînge û gotin: “Divê baş bê zanîn ku, em bi biryarin mafê jinan biparêzin.”
Keyaya taxa Hasankeyfê Mesmegul Ozdemîr a li Bazîdê bi xebat û kirinên li taxê xwe xistiye dilê her kesî û xelkê taxê jî ji keyaya xwe hez dike.
Bertekên li dijî çawîşê pispor A.A. yê li Taxa Navenda Şirnexê êrîşa zayendî li dijî zaroka keç a 13 salî pêk anî didomin. Li Şirnexê bi pêşengiya KESK’ê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Kesên ku êrîşên zayendî pêk tînin û sûcdaran diparêzin, xwedî heman hişmendiyê ne. Kesek bila bi sebra me nelîze. Em ê nehêlin ku kesek destê xwe dirêjî pêşeroja me bike.”
Li Sîlopiya jinan bertek nîşanî hedef girtina peymana Stenbolê û binçavkirina jinan a li Amedê da û gotin: “Em ê bêdeng nebin, em berxwedan bi xwe ne."
Jinên siyasetmedar ên li Şirnexê bertek nîşanî destdirêjiya li dijî zarokekê keç pêk hat dan û gotin: “Bûyera ku îro li Şirnexê qewimî bûyerek ne ji rêzê ye. Ev bûyer encamên polîtîkayên ku hikûmetê bi salane li Şirnexê bicîh kirine. Em ê hesap bipirsin û bêdeng nemînin.”
Siyasetmedarên jin bertek nîşanî operasyonên li dijî jinan dan û diyar kirin ku jin, bi têkoşîna xwe pêşî li civakê vedikin û ji ber ku pergalê tê xwestin bê avakirin asteng dikin jin di hedefê de ne.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku binçavkirina jinan a li Amedê, encama tirsa AKP û MHP’ê ya ji berxwedana jinê ye û got: “Em li dijî van êrîşna gav paşve ne avêjin.”
Polîsan li Amedê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî di nav de gelek jina binçav kirin.
Endamên Meclisa Jinan a HDP'ê ku li Aydinê rastî astengiya polisan hatin, astengî nasnekirin û di çarçoveya kampanya "Têkoşîna jinan li der derê ye" çalakiya xwe li dar xistin. Jinan biryara çalakiyê nîşan dan û gotin: "Têkoşîna me dê bitome."
Jinên xwestin tevlî meşa jinan a ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP’ê ve li Aydinê hat lidarxistin bibin di ketin bajêr de hatin rawestandin û derketina ji avahiya partiyê hat astengkirin. Parlamenteran li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê li Dersîmê di çarçoveya kampanyayê de daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran diyar kir ku windabûna Gulistan Doku encama siyaseta ku li Tirkiye tê meşandin e û got: "Li Dersîmê bi mehan e jinek ciwan winda ye. Li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov tên windakirin."
Endamên Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM) jî bi boneya jinên hatin girtin serbest berdin û operasyonên li dijî jinan bi dawi bikin daxuyanî dan. Jinan xwest hemû jinên girtî bên berdan.
Platforma Jinan a Li Dijî Efûya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, li 30 bajarên cuda daketin qadan û helwesta îqtîdara AKP'ê ya li dijî Peymana Îstanbul şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên jinan xwestin bi awayekî bê kêmasî Peymana Îstanbulê têxin meriyetê û dawî li sûcê îstîsmarê bînin. Jinan xwest kesên sucê îstîsmarê kirine neyên efûkirin.
Jinên HDP'ê wê sibê fînala kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derî ye" li Dersimê ji bo Gulîstan Dokûyê li dar bixin. Hevseroka HDP'a Bajêr Nûrşat Yeşîl, ji bo tevlîbûnê bang li jinan kir.