Jinan li dijî tundiyê dest bi kampanya ‘Em dikevin tevgerê' kirin
- jin
- 20:28 05/7/2020
Komeleya Piştevaniya Mor, li dijî tundiya li ser jinan zêde dibe dest bi kampanya "Em dikevin tevgerê' kirin. Komeleyê bang li hemû jinan kir bi hevre têbikoşin.
Komeleya Piştevaniya Mor, li dijî tundiya li ser jinan zêde dibe dest bi kampanya "Em dikevin tevgerê' kirin. Komeleyê bang li hemû jinan kir bi hevre têbikoşin.
Komîsyona Jinan a ÎHD'ê diyar kir ku ew ê li dijî hewdana AKP’ê ku dixwazin Peymana Stenbolê rakin, li peymanê xwedî derkevin û biparêzin.
Parêzer Canan Arin, diyar kir ku ji ber têkoşîna jinan zorê li îqtîdarê dike, îqtîdar dixwaze Peymana Stenbolê betal bikin û wiha got: "Divê ne ji bo vekişîna peymanê, ji bo baştir peymanê têxin meriyetê xebatan bikin. Eger peyman bê vekişîn, dê tundiya li ser jinan zêdetir bibe."
Rojnamevana ji Ronahî Tv Xezna Nebî, piştî konferansa 3'emîn a jinên rojnamevan li ser encama konferansê û pêşeroja jinên rojnameger nirxandinên girîng kirin. Xezna Nebî, anî ziman di konferansê de biryara "Hemû endamên YRJ‘ê ji bo tendûristî, ewlekarî û azadiya fikirî ya Rêber Ocalan têbikşin û fikir û felsefeya Rêber Ocalan esas bigirin." girtine.
Berdevka Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Hediye Karaaslan, anî ziman ku di pêvajoyeke ku jin hedef tên girtin de ji bo bilindkirina têkoşîna jinê û xurtkirina rêxistinbûyînê kampanyaya "Têkoşîna Jinê Li Her Derî Ye" dane destpêkirin û got, piştî vê kampanyaya ji bo mehekê wê têkoşîna jinê berdewam be.
Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya "Têkoşina jinan li her derê ye" bi armanca HES'a ku li Geliyê Zîlan tê avakirin şermezar bikin daxuyanî dan û gotin: "Ji Heskifê heta Geliyê Zîlan dirok û bîra civakê di bin beton û avê de dihêlin
TJA’yê Zeynep Kinaci ya di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.
Şaredariya Qersê ku di 14 mehan de di gelek qadan de ji bo jinan tiştên girîng kirine, hewl dide ku Qersê ji hilberînê heya mekanîzmaya biryargirtinê veguherîne bajarê jinan.
Parêzerê malbata Gulîstan Dokûyê Alî Çîmen, wê dîmenên li Pira Sari Saltûkê hatine girtin û ji pêzaniyê re hatine şandin wê bûyerê zelaltir bike.
Girsiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku niha li girtîgehê bi vîrûsa koronayê ketiye û dest bi gireva birçîbûnê kiribû, carek din veguhestin cihek nediyar.
Jinên Rihayî, 3 jinên di êrîşa li dijî Kobanê de, jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û gotin: “Ji ber têkoşîna jinan desthilatdariya wê dihejîne, hûn ditirsin ku serdestiya xwe winda bikin.”
Jinên li Dersimê, di “Kooperatîfa Jinan a Zembul” de kom bûn, hem bi hilberîna dikin keda xwe dîtbar dikin û hem jî xwedî li çanda xwe derdikevin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di civîna eşkerekirina Dosyeya Hevserokatiyê de axivî û got: “Pergala hevserokatiyê tirsa nava dilê îqtîdarê ye. Em ê dest ji xeta xwe ya mor hevserokatiyê û temsîlyeta wekhev bernedin.”
Bi sedan jin û ciwan ên Kantona Qamişloyê û Hesekê, qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Kobanê bi SÎHA hatin kuştin, şermezar kirin û gotin: "Tişta ku DAIŞ nêvî hişt îro Tirkiye temam dike."
Hevseroka HDP’a Hatayê Aysel Eşîyok bertek nîşanî danîna qeyûman da û got: “Em ê vîna xwe radestî qeyûman nekin.”