Jinên Qamişloyê xwestin Tirkiyeyê bê cezakirin
- jin
- 14:30 24/6/2020
Bi sedan jin li Qamişloyê kom bûn û bi dirûşmeya "Li ser rêça Hevrîn û Zehrayan em ê têkoşînê bilind bikin" kuştina 3 jinên Kurd ên li Kobanê şermezar kirin. Jinan bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî hesab ji Tirkiyeyê bipirsin.