Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
- jin
- 10:30 08/5/2023
Namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk ên Herêma Egeyê wiha gotin: “Dê di 14’ê Gulanê de jin rejîma yekzilamî û faşîst têk bibin. Jin dê hêza guhertinê nîşan bidin.”
Namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk ên Herêma Egeyê wiha gotin: “Dê di 14’ê Gulanê de jin rejîma yekzilamî û faşîst têk bibin. Jin dê hêza guhertinê nîşan bidin.”
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga jinan a Parka Yogurtçuyê de axivî û wiha got: “Rejîma yekzilamî ji bo çûnê amade nîne lê jin ji bo têkbirina wan amade ne. Em li vir in dê bi hev re biguherînin.”
Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk a li Kadikoy a Stenbolê de hatin ba hev.
Hejmara 10'emîn a kovara webê ya Jinê ku her roja Yekşemê tê weşandin, bi sernavê "Wê ji vê sindoqê ne yek zilam dê wekhevî derkeve" derket.
Berdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Şeyda Ataş da zanîn ku sibe dê li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê mitînga jinan li dar bixin û wiha bang kir: “Banga me ji bo hemû jinan ew e ku sibe bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin.”
Xwendekarên jin ên zanîngeha Akdenîzê diyar kirin ku ew êli dijî zîhniyeta serdest a mêranê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û gotin: “Ciwan êdî guhertinê dixwazin. Em vê guhertinê jî di partiya çepên kesk de dibînin.”
Komeleya Dema Jinan diyar kir ku dê piştevaniya xwe ya bi rojnamegerên jin re bidomînin û wiha got: “Çapemeniya Azad û rojnamegeriya jinan nayê bêdengkirin.”
Jinên ku li Bedlîsê li dora yekane namzeta jin a Partiya Çepên Keskî Semra Çaglar Gokalp bûn xelek wiha got: “Em ê bi hêza xwe di 14’ê Gulanê de AKP’ê û pergala wê biguherînin.”
Jinan li Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de di civîna taştê de hatin gel hev. Namzet Adalet Kaya bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û qirkirina li dijî jinan û gelê kurd.
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Semra Kiratli di hevdîtina bi jinan re de wiha got: “Em ê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik ê navçeya Elkê bi jinan re civiya. Namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal a di civînê de axivî, destnîşan kir ku aktorê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
Ji damezirînerên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî Tundiyê nivîskara îranî Rouhî Shafîı li ser mînaka Îranê ev hişyarî bo jinên tirkiyeyî kir: “Baweriya xwe bi tu sozên îslamiyên siyasî neyînin.”
Jinên ku di mala tenûrê ya jinan de dixebitin, diyar kirin ku ew dixwazin ku 1'ê Gulanê bibe wesileya pêşwazîkirina bihareke nû û gotin: "Heke em li keda xwe xwedî dernekevin, keda me her tim dê bê binpêkirin."
Namzeta parlamenteriyê ya Bûrsayê Ceylan Erol Erdogan ku di zarokatiya xwe de li rojavayê Tirkiyeyê rastî nîjadperestiyê hat û ji 18 saliya xwe ve di nava têkoşîna li dijî vê de cih girt, armancên xwe yên li Meclisê vegot û got: “Min têkoşîn tercîh nekir, ez di nav de ji dayik bûm.”
Jinên qerejdaxî anîn ziman ku Partiya Çepên Kesk ji bo hemû gelan hêvî ye û gotin: "Partiya Çepên Kesk dê aştiyê bîne. Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike."