Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
- rojane
- 15:23
Peyvên bi Kurdî yên wekîlên DEM Partiyê ku di hevdîtinên budçeyê de kirin, cara ewil di girtekên Meclisê de cih girtin.
Peyvên bi Kurdî yên wekîlên DEM Partiyê ku di hevdîtinên budçeyê de kirin, cara ewil di girtekên Meclisê de cih girtin.
Şîna ji bo Fadîme Elkanê hatibû danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin. Girseyê, dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir.
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê danezanek weşand û got: “Divê were daxwazkirin ku biryarên DMME’yê yên têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên da ye, bên cîbicîkirin.”
Li Qamişloyê bi hezaran kes bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xist.
Komên Midûriyeta Karên Paqijiyê yên Şaredariya Peyasê, pere û zêrên di nav gilêşî de dîtin radestî xwediyên wan kirin.
Ciwanê 18 salî Îbrahîm Dîlek li Kerboranê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Li Mersînê welatiyên ku tev li civîna Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bûn, ji bo aştiyê daxwaza gavavêtina komîsyonê kirin û gotin: "Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye."
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku divê komîsyon, li Abdullah Ocalan guhdarî bike û destnîşan kir ku divê “mafê hêviyê” yê ku mafekî gerdûnî ye, di çarçoveya pêvajoyeke siyasî de neyê nirxandin.
Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mûrat Kan diyar kir ku bi tenê platformekê nikare têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê bê dayîn û got: “Divê hemû dînamîkên bajêr berpirsyar bin. Her kes dikare beşdar bibe. Divê civak bi xwe çareser bike."
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi daxuyaniyeke nû ragihand ku hêzên gerîla yên li Zapê bûn û rîska şer li ser wan hebû, bi 16'ê Mijdarê re vekişiyan qadên cuda û guncav.
Ji bo 5 endamên HPG’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Stenbolê bîranîn hat lidarxistin.
Şîna ji bo endamê YPG’ê Nîmet Yildiz hatibû danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Li Dêrsimê beriya mitînga bi dirûşma “Em ê rê nedin talan û rantê. Em ê bi ser kevin, dê jiyan bi ser keve” tê lidarxistin, meşeke girseyî hat lidarxistin.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê vê hefteyê li Meclisê bicive. Her wiha tê payin ku 11’emîn Pakêta Darazê jî pêşkeşî Meclisê bê kirin.