Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
- rojane
- 10:34 21/3
Ji çar aliyên Amedê gel ber bi Qada Newrozê ve diherike.
Ji çar aliyên Amedê gel ber bi Qada Newrozê ve diherike.
Welatiyên ji bo tevlibûna Newroza Amedê di saetên zû yên serê sibehê de bi rê ketin û li benda têketina qada Newrozê ne, diyar kirin ku bi roja ye bi kelecana Newrozê dijîn û gotin: “Em dixwazin Rêbertiya me azad bibe.”
Rojnameger Îsmaîl Saymaz ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî çalakiyên Geziyê de hate binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin.
Hinek projeyên xeta metroyê yên çêkirina wan hêj didome ji rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin girtin û dewrî Wezareta Veguhestin û Binesaziyê hatin kirin.
Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Veysî Eskî diyar kir ku hêvî û hesreta gel a aştiyê tevî hemû neyîniyan jî xurt e û got ku armanca wan ew e ku li Yenîkapiyê mazûvaniya milyonek kesî bikin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Konyayê Hikmiye Devrîm banga pîrozkirina Newrozê li navçeyên Konya û Kuluyê kir û got: "Em di vê Newrozê de li ser bingeha demokratîkbûn û aştiyê peyamekê bidin welêt."
Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê ya Edeneyê banga tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ya 23'yê Adarê ku wê li navçeya Seyhanê bê lidarxistin kirin û gotin: "Em bi hev re agirê Newrozê pêxin."
Prof. Dr. Baskin Oran diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi demokrasiyê heye û got: "Yê ku destekê nade AKP'ê û qesrê, tên bêdengkirin. Pêvajo di hawirdoreke wiha de pêvajo nabe."
Hevşaredarê Bajaroka Xelfeliyê Hasan Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û hatibû girtin, tehliye bû.
Ji bo Newroza Amedê ya sibê wê bê pîrozkirin amadekarî temam bûn.
Di rojbûna Rojîn Kabaîş de bavê Nîzamettîn Kabaîş ku çû ser gora keça xwe diyar kir ku divê sûcdar demildest bên dîtin û darizandin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê çû serdana ÎBB’ê û got: “Li cihekî demokrasî lê tune be, mirov nikare behsa aştiya civakî bike.”
Wekîla DEM Partiyê Pervîn Buldan di Newroza Rihayê de got: “Gelê Kurd dixwaze li xakeke azad bijî. Kurd dixwazin nasnameya wan were naskirin û birêz Ocalan azad bibe.”
Wekîlê DEM Partiyê Mîthat Sancar di pîrozbahiya Newrozê ya li Artukluyê de axivî û got: “Têkoşîna aştiyê, têkoşîna demokrasiyê ye. Heke pergaleke xwe dispêre wekhevia gelan were avakirin dê aştî bê.”