Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
- rojane
- 11:16 09/1
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Girtiyê edlî R.K. ê 65 salî ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Amedê tê ragirtin û ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin. Di dema axaftina bidîmen de R.K. şopên derbkirinê nîşan da û malbatê jî qeyd kir.
Di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de 2 jê polîs 3 kesan jî di nava tora talankirina malan de cih digirt. Dadgehê, cezayê van talankeran daxist û tevî îfade û qeydên bêtêlan jî di biryara beraetê ya ji ber sûcê talankirinê de got “delîl tune ne” û talanker parast.
- Dîlan Andok diyar kir ku Sakîne Cansiz bi tiştên afirandî re nemir bûye û wiha got: “Jineke Kurd a pir hêja, seknek û xeta têkoşîn û berxwedanê afirand.”
Rêveberê Eyaleta Hesen ê Partiya Çep a Alman Jakob Migenda bal kişand ser gengeşeyên ku di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin û got: "Ji bo destpêkirina muzakereyeke rast divê zordayîneke navneteweyî çêbibe."
Endamê Meclisa Gel û Baweriyan a HDK'ê Ayhan Ergenç bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a ji bo tevkariya erênî ya beşên cuda ya ji bo derdorên cuda û got: "Erka pêkanîna jiyana demokratîk li ser milê me hemûyan e."
Şandeya dixwest cenazeyê rojnamegerên hatine qetilkirin wergire wiha got: “Ev 20 roj in cenaze tên sekinandin. Ji bo ku bêhtir ezyet li cenazeyan neyê kirin em ji deriyê sînor diçin.”
Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî welatiyên dixwestin biçin Bendava Tişrînê kir.
Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de welatiyan bang kirin ku cenazeyên rojnamegerên hatine qetilkirin bên teslîmkirin.
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber bomberan û topbarana dewleta tirk, Bendava Tişrînê li ber hilweşînê ye û got: “Ji her karesata li herêmê çêdibe dewleta tirk a dagirker berpirsyar e.”
Sê rojnamegerên duh li Erdîşê hatibûn binçavkirin û îro birin edliyeyê, bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin.
Rojnamegeran ji bo danişîna ewil a doza rojnameger Sadik Topaloglû banga piştevaniyê kirin.
OHD’ê ji bo cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn radestî malbatên wan bên kirin, banga “dengê xwe derxin” li baro û rêxistinên hiqûqê kir.
Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek ku ji sedî 80 astengdar e û li ser biryara DMME’yê piştî 22 salan hatibû berdan, piştî Dadgeha Bilind cezayê wî erê kirî cara duyemîn hate girtin.