Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
- rojane
- 09:58 08/1
Şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn çûn Deriyê Sînor ê Xabûrê, ji 6'ê Çileyê ve li ser sînor tê sekinandin.
Şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn çûn Deriyê Sînor ê Xabûrê, ji 6'ê Çileyê ve li ser sînor tê sekinandin.
Serpelê bi navê Y.A. ku ji ber sûcê kuştina Seyîthan Durdu hatibû girtin, hefteyek piştre hate berdan. Serpel Y.A. di îfadeya xwe de got ku du gule berdaye hewayî û piştre li qereqolê îstihret kiriye. Parêzer Ozal Bedîr jî da zanîn ku leşkerên Durdu birîndar kirin, Durdu li cihê bûyerê hiştin û vegeriyane qereqolê.
Ahmet Baysoy, di têkoşîna 40 salan de heta kêliya dawiyê jî di nav têkoşîna azadiya Kurd de cihê xwe girt. Hevalê wî yê têkoşînê Mela Kasim wiha vegot: "Çinarek bû, her kes di nava xwe de dihewand. Ji Cûdî zinarek bû, cihê ewlehiyê bû, cihê hezkirinê bû, cihê kedkarî, fedekariyê bû."
Girtiyê nexweş Fîkret Erden ê ku 5 sal in di girtîgehê de tê girtin, rêveberiya girtîgehê 2 sal in kincên wî yê zivistanê nadê. Dayika wî Sidika Erdenê got: "Her carê reng dikin hincet û ev 2 sal in kincên zivistanê, pêlav û stûmalê nadin û paşve ji me re dişînin."
Ber bi danê sibehê ve li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû.
Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren ku ji bo şopandina nûçeyan çûbû Belqîs a Dîlokê, li vir hat binçavkirin.
Malbatên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku ji bo cenaze bigirin ji duh ve li ber deriyê sînorê Xaburê tên sekinandin bertek nîşanî vê pêkanîna dan û gotin: "Ev bêhiqûqî ye û heta ku destûr nedin em ê li vir bin."
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbekan a li Meclisê dest pê kir.
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser s Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de hat xwestin ku cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bên dayin û bertek nîşanî sekinandina şandeyê hate dayin. înorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 26’an de didome. Di çalakiyê de daxuyanî tê dayin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê li dijî qezayên trafîkê xwestin Tunela Yenîkopruyê tavilê bê vekirin.
Şandeya KNK’ê ku serdanên xwe yên li Herêma Federe ya Kurdistanê didomîne, li Silêmaniyeyê çû serdana PDK-Î’yê.
MKG’ê rapora xwe ya binpêkirinên li dijî rojnamegeran a sala 2024’an eşkere kir. MKG’ê got ku di 2024’ab de êriş li 30 rojnamegeran hatiye kirin, 49 rojnamegerên hatine binçavkirin, gef li 17 rojnamegeran hatiye xwarin û 8 rojnamegerên jin jî girtî ne.
Xelkê Kobanê çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin silav kir û gotin: “Kurdistan yek e.”
Di doza Hîndekarê Fakûlteya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, biryara tehliye û beraetê hate dayin.