Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
- rojane
- 11:34 19/12/2024
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku partiya wan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heta niha 23 serlêdan kiriye û wiha bertek nîşanî gotina “Em ê demeke guncav peyda bikin” a Wezîrê Dadê da: “Dema musaîd, nîşaneya keyfiyetê ye. Divê rêya ber bi birêz Ocalan ve diçe were vekirin.”