Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
- rojane
- 09:04 19/12/2024
Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî diyar kir ku yekane hêza ku ji aliyê gel vehatiye avakirin ew in û got: "Yekane hêza ku ji sala 2011'an û vir ve ji aliyê gel hatiye avakirin em in. Lewma daxwaza tesfiyekirina YPG'ê tê wateya daxwaza tesfiyekirina gel. Divê gelê me hişyar be."