ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
- rojane
- 09:00 02/10/2024
Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve agahî jê nayê girtin di roja 4’emîn de berdewam kir. Li gundê Bardakçiyê jî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
Li Wanê di çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ ya pêk hat de wiha hat gotin: “Ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha nêzî 600 serlêdanên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran li serdozgeriya komarê ya Bursayê û girtîgeha Îmraliyê hatiye dayîn. Hemû serlêdan bê bersiv hatine hiştin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê hatine redkirin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê daye destpêkirin li girtîgehên cuda belav bû.
Di dema vekirina Meclisê de CHP’iyan serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji pê ve pêşwazî kirin. DEM Partiyî ranebûn ser pêyan.
Şaredariya Farqînê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de Sîlvan Belediyespor ava kir.
Li navçeya Duzîçiyê zarokeke keç a 14 salî bi awayekî sîstematîk dihate tecawizkirin. Di lêpirsîna têkildarî tecawizê de 10 kes hatin girtin. Civaknas Taner Taş û Pispora Xizmetên Civakî Belgîn Işik diyar kir ku necezakirinê rê li ber rizîbûna civakî vekiriye.
Erdal Daghan ê ku li Rihayê bi hinceta kuştina polîsan hat darizandin û ceza lê hat birîn got: “Tu hêzek û îradeyek we ya ku min bidarizîne tune ye. Ya ku min bidarizîne felsefeya Rêber Apo ye.”
Ji ber kuştina mamoste Ozgur Ekîncî derheqê du kurên Halît Agaçhanli yê AKP’î de biryara girtinê hate dayin lê ev 13 roj in hêj nehatine girtin. Malbata Ekîncî got ku her du bira tên parastin.
Bi boneya salvegera 9’emîn a Komkujiya Garê ya Enqereyê dê di navbera 1-20’ê cotmehê de bername û çalakiyên cuda bên lidarxistin.
Meclisa Parêzerên Ciwan a Baroya Şirnexê xizmeta CMK’ê û tarîfeya heqdestê şermezar kir.
Şerîf Mesûtgolû yê ji doza kuştina qeymeqam Fatîh Safiturk girtî ye û serlêdana wî ya darizandina ji nû ve hatibû redkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.
Li navçeya Hîzanê cerdevanan bi çekan êrişî gundiyan kirin, 4 jê giran 11 kes birîndar bûn. Gundiyên ku êriş li wan hate kirin wiha gotin: “Ev ne meseleyeke dijminatiyê ye. Cerdevan bi çeka dewletê zordariyê li me dikin.”
Girtî Necdet Ozturk ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, li dijî binpêkirinan dest bi çalakiyê kiriye. Ozturk, xwest ku malbat têkildarî rewşa girtiyan her tim li girtîgehê bigerin.
Zaroka bi navê Heval Aytan Oztemel a li navçeya Xana Axpar winda bûbû hate dîtin.