CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
- rojane
- 15:56 27/6/2024
CPT’yê ragihand ku di nava 10 rojên borî de dewleta tirk bi sedan tank û hezaran leşkerên xwe derbasî nava axa Herêma Kurdistanê kiriye û got: “Armanca dewleta tirk gihiştina Çiyayê Heft Tebeq yê li Şêladizê û dagirkirina rêze çiyayê Garê ye. Ev jî tê wateya Herêma Kurdistanê ji sedî 70- 75 sinorê desthilata xwe li Dihokê ji dest bide.”