Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
- rojane
- 11:27 03/6/2024
Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin.
Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin.
Piştî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, DEM Partî bi awayekî awarte dicive.
Wezareta Karên Hundir a hevşaredarê ku colemêrgiyan hilbijartibû ji wezîfeyê dûr xist, aşkere kir ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin.
Parêzerê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê hate binçavkirin Azad Ozer, ev agahî parve kirin: “Lêpirsîneke nû heye. Li ser dosyayê biryara veşartî heye.”
DEM Partiyiyan bertek nîşanî polîsên Şaredariya Colemêrgê dorpêç kirin dan.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî serdegirtina Şaredariya Colemêrgê dan û wiha gotin: “Em ê bi tu awayî serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin. Em dibêjin êdî bes e.”
Çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, yên rû bi rû û derketina dadgehê ya girtiyên siyasî di roja 190’an de didome. Girtî, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dikin.
Fettah Erden di sala 1994’an de li Basayê tê binçavkirin û piştre tê windakirin û carek din xeber jê nayê girtin. Lêpirsîna ku têkildarî windakirina Erden de hat destpêkirin, bi parastina “min nebihîstiye û nayê bîra min” der barê leşkeran de bi biryara neşopandinê bi encam bû.
Dayika Kumrî Tokay a ku 190 roj in ji bo girtiyan di çalakiyê de ye, bêdengiya heyî rexne kir û ev bang kir: "Xweşî û aramî bi xwîn rijandinê çênabe. Daxwazên girtiyan pêk bînin."
DEM Partiyê bertek nîşanî serdegirtina polîsan a Şaredariya Colemêrgê da û bang kir ku herkes li dijî feraseta qeyûm û darbekar helwestê bigire.
Polîsên duh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç kirin, di saetên serê sibê de bi ser şaredariyê de girtin. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin.
Rojnameya xwebûnê vê hefteyê bi kirmanckî manşeta “Dewleta Şerî” avêt û bal kişand ser dijberiya dewletê ya li hemberî aştîyê. Akademîsyena meksîkayî Dr. Lîdîa Îrîs Rodríguez Rodrígueze ji Xwebûnê re axivî û destnîşan kir ku dewleta tirk aştî û dîyalogê naxwaze.
Rojnameya Yenî Yaşamê bi şahiyekê salvegera xwe ya 6’emîn pîroz kir. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di şahiyê de got: “Ev çîrok 126 sal berê li Qahîreyê dest pê kir, îro jî bi Yenî Yaşamê berdewam dike. Ev rêwîtî wê berdewam bike.”
Di roja 2’yemîn a Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû de 8 tîm hatin hemberî hev. Tîma Generalên Biçûk, tîma Xwendekarên Azad têk bir.