ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN
- rojane
- 09:00 28/5/2024
Xwendekarê Beşa Bazarkirina Dîjîtalê ya Zanîngeha 9 Eylulê Şeyhmûs Bûran ê dema ji bo gerê çû Mêrdînê hat binçavkirin û îro hate hînbûn ku bi rojan in li Midûriyeta Polîsan ya Îzmîrê hatiye girtin, hat girtin.
DEM Partî li Periyê bênavber xebatên hilbijartinê didomîne.
Emîne Şenyaşar 114 roj in li ber Wezareta Dadê li edeletê digere. Emine Şenyaşar di çalakiya xwe de got;"We malbatek di nexweşxaneyê de qetil kir. Hûn çi dixwazin? "
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku krîza dil derbas kiribû û dihat tedawîkirin, dîsa birin girtîgehê.
Di daxuyaniyên bi dirûşma “Deng bide azadiyê” li ber girtîgehan hatin kirin de banga rakirina tecrîda li Îmraliyê hate kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ji bo girtiyê nexweş Kendal Barût ku xetere heye çavê xwe winda bike, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da. Eren xwest ku binpêkirinên têkildarî astengkirina tedawiya Barût bên lêkolînkirin.
Li Cizîrê ciwanê bi navê Yasîn Gûrhan bi awayekî biguman, jiyana xwe ji dest da.
DEM Partiyê ji bo hilbijartina li Curnê Reş dê were dubarekirin lez da xebatên xwe û jinan pêşengtiya bernameya îro kirin. DEM Partiyiyan li daxwaz û bendewariyên jinan guhdarî kirin û soz dan ku dê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.
ÎHD û TÎHV ên li cihê avahiya Midûriyeta Polîsan a Bajêr a li Gayrettepeyê hate hilweşandin daxuyanî dan, banga hevrûbûnê kirin û gotin: “Em dixwazin şûna avahiya Şaxa 1’emîn a Gayrettepeyê ‘muzeya şermê’ were çêkirin û ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û hatine îşkencekirin li vê qadê bîrdariyek were çêkirin.”
Bi girseyî serdana şîna Mehmet Yildirim ê li gundê Nenyasa Licê hatibû kuştin, hat kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê “Terasa Temaşekirinê” ya ku qeyûm kiribû bipere, dîsa kire bê pere.
Di daxuyaniya bi boneya 11’emîn Berxwedana Geziyê de kesên jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn û wiha hate gotin: “Em bi Berxwedana Geziyê serfiraz in."
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bang li AKP’ê kirin ku têkiliyên xwe yên bazirganî û leşkerî yên bi Îsraîlê re qût bike.
Odeya Bijîşkan a Amedê diyar kir ku ji bo nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyên dewletê tenê cîhazek dixebite û nexweşxane bi nexweşên penceşêrê dije dibin û bang li rayedaran kir ku bikevin tevgerê.