Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
- rojane
- 14:22 28/5/2024
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi boneya sala 6’emîn a rojnameya Yenî Yaşamê peyama piştevaniyê şand.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi boneya sala 6’emîn a rojnameya Yenî Yaşamê peyama piştevaniyê şand.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ku “Modela Maarîfê ya Sedsala Tirkiyeyê” weke “li dijî jiyana demokratîk û laîk” şirovekirin, li dijî mufredatê biryara xwe ya xeta têkoşîna hevpar aşkere kirin û xwestin ku mufredatê bi paş ve bikişînin.
Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li navçeya Cindirês a Efrînê 2 welatî revandin. Aqûbeta welatiyan nayê zanîn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser çetetiya di nava dewletê de û wiha got: “Welatê bi tifaqa JÎTEM’ê re birêve dibin. Heta ku ev tifaq bidome dê kesên bertîlê didin, qasibkariya mirovan dikin neyên darizandin. Rêya pêşîlêgirtina rizîbûna heyî, bidawîkirina tifaqa bi JÎTEM’ê re ye.”
Di çarçoveya lêpirsîna bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê de derheqê 5 parlamenterên HDP’î de îdianame hate amadekirin. Dozger, ji bo her parlamenterekî 38 caran cezayê muebbeta giran xwest.
Parêzer Firat Taşkin ê di çarçoveya îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik de dihat darizandin, di danişîna ewil de hat beraetkirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 39 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Salîh Kuday diyar kir ku birayê wî Abdulkadîr Kuday li girtîgehê nexweş ketiye û niha kîloyên wî daketine 41 kîloyan û bi hinceta “ji bo civakê talûke ye” nayê berdan.
Hunermend Emel Çîftçî ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” dihat darizandin, ji doza xwe beraet kir.
Girtî û xizmên wan ev demeke dirêj e daxwaza xwe ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" diqîrin. Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku heta tecrîd neyê rakirin û hevdîtin pêk neyên, ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.
Çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, yên rû bi rû û derketina dadgehê ya girtiyên siyasî di roja 184’an de didome. Girtî, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dikin.
Şaredariya Tetwanê ya DEM Partiyê bi hevgirtina şaredariyên din re hewl dide ku texrîbata ji serdema AKP'ê mayî ji holê rake. Hevşaredar Mumîn Erol got: "Em ê di her şert û mercî de xizmetê bikin û bajêr nû bikin."
Endama Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê Oznur Evînê diyar kir ku ew dixwazin bi projeyên ku dê pêk bînin, xwe bigihînin hemû jinan û got ku ew dixwazin bi her şitila ku wê li "Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyrazê" deynin hemû jinên qetilkirî bibîr bînin.
Girtî Mukaddes Kabak diyar kir ku ji bo ew tecrîdê qebûl nakin û şermezar bikin dadgehan, hevdîtinên telefon û malbatan boykot dikin û got: “Bila gel û malbatên me bibin yek û daxwazên çalakiya me li derve bînin ziman û bibin dengê vê pêngavê. Çiqas ji derve deng bê derxistin, em ê ewqas zû bigihijin encamekê.”