Ozel têkildarî serdana Îmraliyê: Bila ji ewil AKP helwesta xwe diyar bike

img
ENQERE - Ozgur Ozel, têkildarî daxwaza ku Komîsyon li Abdullah Ocalan re biaxive axivî û got:"Bila Serokê Meclisê bîne rojevê, MHP û AKP helwesta xwe nîşan bidin. Piştre bila werin ji min bipirsin.”
 
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel, li Balafirgeha Stenbolê pirsên rojnamevanan ên têkildarî rojevê bersivand.  
 
Ozel, helwesta Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a pêvajoyên berê ya li dijî pirsgirêka Kurd rexne kir û ev tişt got: “Ew berê, ji ber hinek serkirde di mijara pirsgirêka Kurd de wek wî nedifikirîn wek ‘serok’ bi nav dikir. Xwezî Cotmeha sala bihurî DEM Partî vexwenda. Erdogan bêyî dijmin nikare siyasetê bike.”
 
BERSIVA PIRSA ÎMRALIYÊ
 
Ozel, pirsa têkildarî daxwaza ku şandeyek ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê biçe serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û lê guhdar bike jî wiha bersivand: “Bila Meclis bîne rojeva xwe, em bibînin. Bila Serokê Meclisê bîne rojevê, MHP û AKP helwesta xwse nîşan bidin. Piştre bên ji min bipirsin. Heta niha min tiştek wiha ji endamên me yên Komîsyonê nebihîstiye.”
 
BERSIVA DER BARÊ DEMÎRTAŞ DE
 
Wezareta Dadê, biryara DMME'yê ya ji bo berdana Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş red kiribû û Ozel ji bo vê mijarê jî ev tişt anî ziman: "Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo derbasdar e. Em di nava pêvajoyekî de ne. Divê tavilê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin.”