Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
- çand û huner
- 09:03 17/5/2022
Bi “Projeya Çîrokê” ku ev demekî dirêje di bin sîwana Ataloyeya Hunerê de xebatên wê tên kirin re çîrokên kurdî bi rêya enstrûmanan tên vegotin.
Bi “Projeya Çîrokê” ku ev demekî dirêje di bin sîwana Ataloyeya Hunerê de xebatên wê tên kirin re çîrokên kurdî bi rêya enstrûmanan tên vegotin.
Jiyan û serpêhatiya Samiya Dogan ku jiyana xwe di ber têkoşînê de daye bû mijara belgefilma bi navê “Yadê.” Derhêner Denîz Deman derbarê belgefilmê de got: “Filma Yadê çinara sedsalî ye ku ji nifşek din tê û rê nîşanî nifşê nû dide ye.”
Zarok Ma’yê bi çalakiyeke bi zarokan re 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cîzîrî ku di meşa tevî hemû astengiyan hate kirin de axivî, wiha got: “Ji bo welatekî demokratîk û di nava aramiyê de û pêkvejîyanê pêwîste astengên li pêşiya azadiya zimanê kurdî bên rakirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
Li Stenbolê bi sedan kesên bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hatin gelhev, bi daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê meş lidarxistin.
Encamên 9'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî diyar bûn. Dosyeya helbestan a Bahadîn Akhan hêjayî xelatê hat dîtin.
Ji ber polîtîtîkayên dewletê, di qadên cemaweriyê yên mîna perwerde, tenduristî, hiqûq û siyasetê de zimanê kurdî bi zext û astengiyan tune tê hesibandin. Nûnerên qadên navborî banga parastina zimanê kurdî kirin.
Di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de Ma Musîcê bernameya ‘Dîwana Zarokan’ li dar xist. Zarokan bi stran û govendgerandinê Cejna Zimanê Kurdî pirozkirin.
Saziyên ziman û çandê yên li Amedê di çerçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de daxuyanî dan û bal kişandin ser qedexekirina çanda û zimanê kurdî û êrişen Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê wiha hat gotin: “Em li dijî êrişan û xeta îxanetkar li dora man û nemanê, azadî û rumete bibin xelek.”
Welatiyên Amedê têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî axivîn û diyar kirin ku kurdî di bin zext û astengiyên dewletê de ye û wiha gotin: “Divê em vî zimanê qedîm biparêzin. Wer in em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin.”
Di çarçoveya bernameyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Parka Rojavayê dîwana dengbêjan hat danîn.
Pirtûka bi navê "Çîrokên Şêwra Ermenan" ku di sala 1936'an de bi alfabeya kîrîlî wergerî kurdî hatibû kirin, vê carê bi alfabeya latînî wergera wê hat kirin.
Hunermend û şanogerên kurd diyar kirin ku xetereyeke mezin li ser zimanê kurdî heye û wiha gotin: “Ziman, hebûn û tunebûna gelekî ye. Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye. Em banga xwedîderketina li ziman û tevlibûna meşa 15’ê Gulanê dikin.”
Serê Gulanê ku li herêma Farqînê weke roja bereketê tê zanîn, her sal bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Ji rûspiyên Farqînê Hecî Şerîf Farqînî diyar kir ku weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kevnare ya kurdan e û got: “Divê hemû kes beşdar bibe û xwedî li vê çandê derkevin.”
Welatiyê ermenî Erol Bostanci ku piştî 42 salan serdana Sûrê ya ku lê çêbûye û mezin bûye kir, got: "Ev avahiyên nû ruhê kuçeyan kuştine. Êdî kes nikare min li vir ragire."