ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, diyar kir ku ji bo serlêdana bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re heta nniha tu bersivên fermî ji wan re nehatine dayin.
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclisê têkildarî geşedanên dawî axivî. Temellî, ji ewil rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin bi bîr anî. Temellî, da zanîn ku di nava 5 salan de li herêmê herî kêm 13 rojnameger hatine qetilkirin û wiha got: “Ev pirsgirêkeke girîng e. Dibe rojeva çapemeniya cîhanê lê li Tirkiyeyê kesên vê dikin rojev tên binçavkirin.” Temellî, binçavkirin û girtina rojnameger, siyasetmedar û parastvanên mirovan bi bîr xist û got dê pêvajoyê bişopînin.
KESÊN LI ROBOSKÊ HATIN QETILKIRIN BI BÎR ANÎ
Temellî, diyar kir ku salvegera 34 welatiyên li Roboskê bi bombebarana TSK’ê hatin qetilkirin nêz dibe û ev tişt anî ziman: “Niha jî bi ÎHA û SÎHA’yan li sûriyeyê rojnameger, mirovên bêguneh qetil dikin. Ronîkirina Roboskê, dike ev zîhniyet xwe jinûve hilberîne. Em careke din kesên li Roboskê hatin qetilkirin bi bîr tînin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim.”
SALA 2024’AN A MECLISÊ
Temellî, bi domdarî got ku di sala 2024’an de li Meclisê ji bo gel tu tiştek nehatiye kirin, îktîdarê tenê ji bo sermayeyê karûbar kir, ji bo pêşxistina aqilê şer hewldan hatine kirin, ji bo aştiya civakî tu gav nehatine avêtin, ji sala 1980’an heta niha 80 tezkere ji Meclisê derbas bûne û Meclis veguheriye Meclisa derbaskirina tezkereyan.
REWŞA GIRTÎGEHAN
Di berdewamê de Temellî anî ziman ku li girtîgeha îşkence heye û wiha got: “Girtîgeh li benda çareseriyê ne. Girtiyên jin û zarok hene. Ji ber pergala darazê, mexdûriyetên mezin hene. Ji ewil jî girtiyên siyasî. Di mijara girtîgehan de hestiyariyeke mezin a civakê heye û heta niha ji bo vê tu gav nehatine avêtin. Em li bendê ne ‘efûyeke qismî’ derkeve û pirsgirêkên heyî bên çareserkirin. Em dixwazin ev mijara girtiyên siyasî êdî were nîqaşkirin.”
Temellî, bal kişand ser Qanûna Parastina Sewalan jî û got ku dê rê li ber komkujiyên mezin ên sewalan veke.
ÇARESERÎ BI ŞERTÊN DEMOKRASIYÊ PÊKAN E
Temellî, tayînkirina qeyûman jî bi bîr xist û got ku bi vê sepanê îradeya gelê Kurd tune hatiye hesibandin. Temellî, pêşniyarqanûna 10 partiyan ji bo pêşîlêgirtina tayînkirina qeyûman bi bîr xist û xwest îktîdar di vê mijarê de gavan biavêje û got: “Bi rastî jî heke em bixwazin pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin, ev yek bicihanîna şertên demokrasiyê pêkan e.”
‘BUDÇEYA HEYÎ JI DERDÊ GEL RE NEBÛYE DERMAN’
Bi domdarî Temellî qala bûdçeya îsal kir û got ku dê budçeya 2025’an jî mîna ya 2024’an ji derdê gel re nebe derman. Temellî, diyar kir ku budçe ne li gorî xizanan lê li gorî sermayedaran hatiye amadekirin. Temellî, wiha domand: “Mexdûriyeta bajarên Kurdan dijîn, pir zêde ne. Ji hêla budçeyê saleke zehmet li pêşiya me ye. Divê Meclis di mijara budçeyeke baş, aştiya civakî û muzakereyan berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”
‘BERSIVEK JI BO SERLÊDANA ÎMRALIYÊ NEHATIYE DAYIN’
Temellî, piştî axaftina xwe pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirsa têkildarî serlêdana ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re wiha got: “Heta niha jî ji bo serlêdanê tu bersivên fermî ji me re nehatine dayin. Heke bersivek were dayin em ê ji xwe bi raya giştî re parve bikin.”