ŞIRNEX- Li Cizîrê ciwanê bi navê Alî Yusuf Ertene bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Cûdî ya girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê ciwanê bi navê Alî Yusuf Ertene bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Hat îddîakirin ku Ertene xwe kuştiye.
Cenazeyê Ertene ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.