MÊRSÎN - Qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Mêrsînê hate protestokirin û hate gotin ku di şexsê rojnamegeran de heqîqet hede hatiye girtin.
Bertekên li dijî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn berdewam in. DÎSK Basin-Îş, Komeleya Rojnamegerên Jin û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê têkildarî qetilkirina rojnamegeran li avahiya ÎHD’ê daxuyanî dan. Hevşaredara Akdenîzê Nûriye Aslan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rojnamegeriyê biparêzin” hate hilgirtin. Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin Fatoş Sarikaya di daxuyaniyê de got ku di şexsê rojnamegeran de heqîqet hedef hatiye girtin. Fatoş Sarikaya, wiha domand: “Êrişên li dijî rojnamegeran, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa mirovaparêz a navneteweyî ye. Weke rojnameger, em dixwazin têkildarî qetilkirina rojnamegeran tavilê lêpirsîn were destpêkirin, lêpirsînên derheqê daxuyanî û nûçeyan de, girtin û binçavkirin bên bidawîkirin. Em ê vê pêvajoyê jinêzve bişopînin.”
BANGA HESTIYARIYÊ
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê jî li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Bedriye Kuş di daxuyaniyê de got ku rojnameger hedef hatine girtin û qetilkirin. Bedriye Kuş, wiha domand: “Rojnamegerên hedef hatin girtin ev salên domdirêj in li herêmê geşedan dişopandin. Her du rojnameger jî di demên berê de rastî êrişan hatibûn. Em, qetilkirina rojnamegeran şermezar û lanet dikin. Divê her kes li dijî van sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin dengê xwe bilind bike. Îktîdara AKP’ê û rayedar divê derheqê mijarê de tavilê daxuyaniyê bidin û dawî li van sûcên xwe bînin.”
Daxuyanî, bi dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “Şehîdên çapemeniyê rûmeta me ne” bi dawî bû.