NAVENDA NÛÇEYAN - Ahmet Hakan ku Tahir Elçî hedef nîşan dabû, îcar jî qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan parast û kesên derheqê mijarê de daxuyanî dayin hedef nîşan da.
Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî, piştî ji hêla Ahmet Hakan ve weke hedef hatî nîşandan, di 28’ê Mijdara 2015’an de li Sûr a Amedê hatibû qetilkirin. Ahmet Hakan, di qunciknivîsa xwe ya Hurriyetê ya îro de jî qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan parast. Ahmet Hakan, qebûl kir ku rojnameger ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatine qetilkirin û îdia kir ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan rojnameger nînin.
Ahmet Hakan, rojnameger bi îdiayên “Endamên propagandayê yên rêxistinê” û “parçeyeke şerê li herêmê” sûcdar kir û kesên bertek nîşanî komkujiyê dayin hedef nîşan da. Hakan, ji bo lêpirsînên hatine vekirin jî got “divê kesek ji ber lêpirsînan nerazî neke.”