NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dest bi tayinkirina endamên "meclisê" kir.
Di wextekî de ku li Sûriyeyê parçebûnên siyasî û civakî yên kûr hene û tu lihevhatineke nîştimanî li ser siberoja welêt çênebûne, hikumeta demkî a Sûriyeyê vê sibehê ragihand ku wê navendên dengdanê li pêşiya endamên desteya hilbijartinê vekiriye da ku endamên meclisê tayîn bike.
Tevî ku hikumeta demkî hewl dide hilbijartinan wekî gaveke ber bi avakirina rewatiya xwe ve bide nîşandan, lê hilbijartin bi rexneyên tund re rû bi rû dimînin, ji ber ku di warê qanûnî û siyasî de bi pirsgirêk in.
ÇAVDÊR ÇI DIBÊJIN?
Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî a Sûriyeyê de "hilbijartinên meclisê" tên kirin. Ev hilbijartin di demeke wiha de tên kirin ku tu qanûnên taybet ên hilbijartinan nehatine derxistin an jî tu pîvanên ku temsîla tevahiya pêkhateyên gel misoger bike tune ne. Li hêla din jî pergala navenda mezin ên hilbijartinan li ser asta "parêzgehê", li şûna navçeyên biçûk dewam dike. Di heman demê de çalakiyên partiyên siyasî sekinîne. Di encamê de dibe ku temsîla gelek aliyan li meclisê tune bin.
Hikûmeta demkî bêyî ku bi tevahî hêzên nîştimanî bişêwire, bi tena serê xwe guhertinên bilez li qanûna hilbijartinê kirin. Ji bo nimûne, dema propagandayê kir hefteyek tenê û her wiha maf da Komîteya Bilind ku ji ber sedemên ewlehiyê namzetan ji hilbijartinê derxîne.
Çavdêr, biryara Ehmed El Şera ya erêkirina rêziknameya demkî ya hilbijartinan wekî kiryareke ji bo xweşikkirina şeklî ya desthlata heyî bi nav dikin, lê welat di nava aloziyên siyasî, civakî û aborî de asê maye.
Pergala demkî ya hilbijartinê balê zêde dikişîne ser desthilata rêveber, ji ber Ehmed El Şera ji 3 paran pareke endamên meclisê bêyî hilbijartin erkdar dike. Di heman demê de li ser avakirina komîteyên hilbijarinan ên şaxî disekine. Ev "Meclisa Gel" dike sûretê desthilata xwe û rûyê wê pê xweşik dike. Li aliyê din desthilata xwe li ser zagonsaziyê zêdetir dike.
Gelek aliyên muxlefeta Sûriyeyê van guhertinan wekî "dubarekirina rêbaza otorîter" bi nav dikin û diyar dikin ku qanûnên ku bi yekalî hatine nivîsandin nikarin rewatiyê çêbikin, lê belê serdestiya aliyekî li ser hesabê gelê mayî yê Sûriyeyê ava dikin. Di vê çarçoveyê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku her hilbijartina ku bêyî hevpeymaneke civakî ya berfireh neyê lidarxistin, nikare wekî rewa an nûnertiya gelê Sûriyeyê were hesibandin. Di heman demê de rê nade aliyên dozgeriyên serbixwe, rêxistinên navneteweyî ên wekî Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropayê (YE) ku çavdêriyê li rêxistinkirina hilbijartinan bike. Tê zanîn ku NY gelek caran bang kiribû ku divê hilbijartinên Sûriyeyê di çarçoveyeke siyasî ya giştî de bên li dar xistin û di bin çavdêriya navneteweyî de û bi beşdariya tevahiya sûriyeyiyan pêk werin.
Ligel şert û mercên aloz ên demografîk û lojîstîkî, dîsa ligel hebûna bi mîlyonan kesên koçber û penaber û nebûna belgeyên nasnameyê, Komîteya Bilind mekanîzmayeke hilbijartinê ya nerasterast diyar kir. Ev mekanîzme jî xwe dispêre dezgehên hilbijartinê ku ji hêla hikûmeta demkî ve bêyî şêwirînê hatine tayînkirin.
Ev "hilbijartin" ne herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ne jî tevahî tevgerên siyasî û sivîl ên ku piraniya Sûriyan temsîl dikin di nav xwe de nahewîne. Rêveberiya Xweser, hilbijartinan wekî "şanoyeke yekalî" nirxand û diyar kir ku her pêvajoyeke hilbijartinê ku hemû pêkhateyên etnîkî û siyasî negire nava xwe têkçûyî ye.
Şêniyan Siwêdayê di nava çend rojan de bertek nîşanî hilbijartinan dan û wekî gaveke otorîter a hikumeta demkî bi nav kir. Di heman demê de Komîsyona Îslamî ya Bilind a Elewiyên li Sûriye û Dîasporayê hilbijatinê red kirin û destnîşan kir ku hilbijatin ne rewa ye û nûnertiya îradeya Sûriyeyan nake.
Ji ber siyasetên hikumeta navendî ya Şamê welat parçe kiriye. Lilbijartin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê nayên kirin. Gelek herêmên din ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatine dagirkirin, teqez e ku dê li van herêman hilbijartinên sembolîk werin kirin. Li gorî hin raporan, hin mazetan bi qasî 200 hezar dolar dane da ku endamtiya "Meclisa Gel" bi dest bixin.
Di encamê de dê hilbijartin sînordar bin, anku dê li gelemperiya Sûriyeyê neyên kirin. Li gorî gelek çavdêran "Madem nîvê gelê Sûriyeyê ji pêvajoya siyasî hatiye dûrxistin ne mumkin e hilbijartin nûnertiya tevahiya gelê Sûriyeyê bike."
"Parlamentoya" nû ya ku dê were hilbijartin ji aliyê tevahiya hêzên nîştimanî ve nayê qebûlkirin. Di encamê de dê parçebûnê zêde bike û rêya çareserî û lihevkirina nîştimanî di navbera hêzên Sûriyeyê de têk bibe û gelek alî xwe paşguhkirî bimînin. Ev yek bi îdiayên hikûmeta demkî yên der barê danûstandinên bi hêzên Sûriyeyê de, bi taybetî jî bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê re, nakok in.
Di heman demê de îhtîmaleke mezin heye ku ev hilbijartin ji aliyê YE'yê yan jî NY'yê ve neyên naskirin. Di encama vê yekê de jî dê helwesta hikûmeta demkî di danûstandinên siberojê de lawaz be.