NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Komîsyona Jinan a Encûmena Niştimanî ya Parastina Îranê, di 9 mehên borî de 38 jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
Komîsyona Jinan a Encûmena Nîştimanî ya Parastina Îranê, di raporeke xwe de bal kişand li ser darvekirina jinan a di neh mehên borî de. Li gorî raporê, di nava 9 mehên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 175 kes hatine darvekirin. Ji vana 38 kes jê jin in.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku tenê di navbera 30’yê Tîrmehê û 30’yê Îlonê de 14 jin hatine darvekirin. Hatiye diyarkirin ku zêdebûna darvekirinên jinan, bi armanca tirsandina civakê ye ku jin her tim di serhildanên gel de pêşengtiyê dikin.
Li gor agahiyan di salên borî de hejmara jinên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin wiha ye: Di sala 2022’yan de 15 jin, di sala 2023’yan de 26 jin, di sala 2024’an de 34 jin û ji sala 2007’an heta niha jî zêdetirî 300 jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.