MANÎSA - Meclisa Jinan a DEM Partî ya Manîsayê, Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê bibîr anî.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Manîsayê ji bo bîranîna nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku li Herêma Kurdistana Federe di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke biranînê li dar xist. Di çalakiyê de ku li avahiya partiyê ya Manîsayê hat lidarxistin, mûmên pêxistî li ber wêneyên Nagihan Akarselê hatin danîn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, li ser navê Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Manîsayê Zubeyde Tarlabolenê daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Zubeyde Tarlabolenê diyar kir ku Nagihan Akarselê jiyan û azadiya jinan di kesayetiya xwe de temsîl dikir û got: "Akarsel parêzvaneke azadiya jinan bû ku bi qelema xwe têkoşîna jinan a di tariyê de ma ronî kir û bi hişmendî û ramanên xwe gihîşt me hemûyan."
'DÊ PÊNÛSA WÊ LI ERDÊ NEMÎNE'
Zubeyde Tarlabolenê destnîşan kir ku tu kuştinên jinan tesaduf nîne û got: "Gotineke me hemûyan ji bo wê heye. Ne pênûsa wê li erdê dimîne ne jî gotin û hişmendiya wê. Em soz didin wê: Em hezar carî ji Nagihan Akarsel re spasdar in ji bo em ronî kirin, civakê ronî kir û kir ku çavên jinan vebe. Me ji bîr nekiriye, em ê ji bîr nekin; ew ê tim di têkoşîna me de zindî be."
Piştî daxuyaniyê, jinan helbestên ku ji hêla Nagihan Akarselê ve hatine nivîsandin xwendin û soz dan ku têkoşîna wê bidomînin.