* Nivîskar Fuat Kav diyar jir ku ji ber îdeolojiya PKK’ê û guhertinên ku afirandiye, divê ew wek partiyeke klasîk neyê dîtin û destnîşan kir ku îro muzakereyên bi Abdullah Ocalan tên kirin gaveke girîng e û got: “Muzakere jî beşek ji têkoşînê ye.”
* Berdevka TJK-E'yê Kezban Doganê, got: "Felsefeya Abdullah Ocalan jina ku mêtingeha mêtingehê bû vediguherîne xwedawendê û wê dike hêvî."
* Serokê Weqfa Tahîr Elçî Mahsûm Bati got: "Mercên bê pevçûn, bê şer, bê çek xeyala Tahîr Elçî bû. Ji bo pêkanîna vê yekê em amade ne ku berpirsiyariyê li xwe bigirin."
* Welatiyên Kurd ên li Hatay û Tarsûsê, diyar kirin ku hevdîtina Komîsyona Meclisê ya bi Abdullah Ocalan re erênî dibînin û gotin: "Muxatabê pirsgirêkê Rêbertî ye. Dema ew derket, em ê jî azad bibin."
* Nûnerên saziyan ên li dijî qirkirina daran a li Dorşîn a Pasûrê şitil danîbûn, diyar kirin ku divê dewlet dev ji polîtîkaya xizmetê ji sermayeyê re dike berde.
* Mehmet Emîn Ado têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê name ji ajansa me re şand, diyar kir ku piştî destpêkirina pêvajoyê zext giran bûne, 24 saetên rojê tên şopandin û di odeyên teng de 3 kes dimînin.
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî dê were şopandin.
* Danişîna ewil a doza rojnameger Elfazî Toral ku bi îdiaya "muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û meşê" tê darizandin dê li 25'emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê bê lidarxistin. (10.25)
* Danişîna 9'emîn a doza firariyên Komkujiya Pirsûsê dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê lidarxistin. (10.30)
* Li gelek bajaran dê pîrozbahiyên "Bi civaka demokratîk re vejîn" bê pîrozkirin. (11.00-18.00)
*Şaredariya Agiriyê dê Qada Bajar a Şakiro Agirî û avahiya agirkujiyê ya nû veke. (14.00)
*Baroya Amedê dê di çarçoveya bîranîna Tahir Elçî de Belgefîlma Saeta Şikestî (Kirik Saat) û gotûbêjê li dar bixe. (15.00)
* Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dê bi dirûşma "Aştî, pêşeroja azad û civaka demokratîk" bi gel re hevdîtin bên kirin. (14.00-18.00)
* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê li navçeya Buca ya Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bike. (18.00)
* Ajansa Welat dê 1'emîn salvegera xwe li Navenda Kongreyan a ÇandAmedê pîroz bike. (18.30)
