'Felsefeya Abdullah Ocalan jina bindest veguherand xwedawendê'

  • jin
  • 09:06 27 Mijdar 2025
  • |
img
STENBOL - Berdevka TJK-E'yê Kezban Doganê, got: "Felsefeya Abdullah Ocalan jina ku bindest bû, veguherand xwedawendê û wê dike hêvî."
 
PKK a ku di rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di 27'ê Mijdara 1978'an de li gundê Fisê yê navçeya Licê ya Amedê hat damezrandin, 47 salan pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdan kir. PKK'ê di vê pêvajoyê de di nava civaka Kurd de guhertinên bingehîn pêk anî. Piştre, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, xwe fesix kir. Berdevka Tevgera Jinên Kurdistanê ya li Ewropyaê (TJK-E) Kezban Doganê, di der barê bandora veguherîner a nasnameya jina azad ya di dîroka têkoşîna PKK'ê de, axivî. Kezban Dogan diyar kir ku ew 6 mehan ji PKK'ê mezintir e û qala bandora veguherîner a PKK'ê ya di zarokatiya xwe de kir.
 
Kezban Doganê rave kir ku ji ber civaka feodal a ku ew tê de mezin bûye, nêrîna civakê ya li ser jinê neyînî bû û propagandaya dijber a li ser têkiliya jin û mêran a di nava PKK'ê de bandorek xurttir dikir, lêbelê, berxwedana Ayten Tekîn a li Bagokê, cihê ku 19 PKK'îîyan jiyana xwe ji dest dan, bandora vê propagandaya dijber şikand û rêz li berxwedêrên jin xurttir kir. Piştî wê, li Mêrdînê tevlîbûna zede ya jinan li PKK'ê çêbû. Kezban Doganê ev tişt got: "Di salên 1989’an de li Mêrdînê tevlîbûneke zêde pêk hat, li her devera Kurdistanê jî bû. Çûyîna ewqas jinên ciwan a ji bo çiyê, civak ji her alî ve bandor kir û ligel wê xwedîderketinek çêbû."
 
JI JINA BINDEST BER BI HÊVÎBÛNÊVE
 
Kezban Doganê diyar kir ku zêdebûna berxwedana jinan, jin kiriye kirde û têkoşîna PKK'ê bi awayekî şênber civak guherand û ev rewş îro jina ku bindesta bindestan bû, kir hêvî û wiha pê de çû: "Sê sal berê bi sernava 'em cîhana xwe dixwazin' konferansek li ser ramanên Rêber Apo hat lidarxistin. Li wir hemû fîlozofên herî navdar ên cîhanê jî gotin, 'Rêber Apo mamosteyê me ye, em xwendekarên wî ne. Em tenê di teoriyê de man, me nekarî wê pratîk bikin.' Lê Rêber Apo di vê têkoşîna 47 salî de ew ne tenê bi teoriyê sînordar maye, jiyiye û prototîpa wê li Rojava bi awayekî şênber dîtine."
 
Kezban Doganê destnîşan kir ku yekemîn kongreya PKK’ê û kongreya wê ya 12’yan, ya ku biryara fesixkirinê tê de hat dayîn, berdewama hev in û wiha pê de çû: "Rola Sakîneyan di kongreya yekem de, cihgirtina azadiya jinê di navenda têkoşînê de ji aliyê Rêber Ocalan ve, pêşxistina têkoşînê li ser bingeha civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaz a jinê di salên 2000'î de û rewşên wekî kuştina mêrtiya serdest, bû sîstemeke ramana ku dibêje civak bi koletiya jinê winda dike."
 
'DI YEKÊ DE HAT QETILKIRIN DI YA DIN DE VEGUHERÎ XWEDAWENDÊ'
 
Kezban Doganê bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinê ku li ser qetilkirina Xwişkên Mîrabel  hatiye avakirin, lê damezrandina PKK'ê li ser esasê jiyana jinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 25'ê Mijdarê de jin hatin qetilkirin, di ya 27'ê Mijdarê de jin veguherîn xwedawendan. Ew bûn navenda têkoşînê û jiyana nû. Rêber Apo got ku mêrê sosyalîst, e ew ê ku dikare bi jinan re diyalogê deyne. Felsefeya Rêber Apo ku bi damezrandina PKK'ê dest pê kir û veguherî civaka demokratîk, berî her tiştî bû oksîjen ji bo tevahiya cîhanê, nexasim ji bo jinan. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst pişikên me jinan xetimandibû. Çawa ku di çîroka Pinokyo de mirovek ji dar hate afirandin, Rêber Apo jî jin ji kevirekî afirand."
 
ARMANC CIVAKA DEMOKRATÎK E
 
Kezban Doganê banga Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rêber Apo edaleta jinê, entegrasyona wê ya erênî, ahengdariya wê, cewhera wê ya parastin, xwedîkirin, afirandin, zayînê ya ku ji çanda Dayîka Xwedawend tê, dizane. Li aliyekî pêvajoyê didomîne, li aliyê din jî hewl dide civakeke nû biafirîne. Niha du çem paralel diherikin. Li aliyekî guhertin û veguherîna civakê, li aliyê din jî dibêje ku qonaxeke têkoşînê qediya ye û divê derbasî qonaxeke nû bibin. Di yekemîn manîfestoya PKK'ê de jî hatibû gotin, 'PKK ne armanc e, amûr e'. Lê ji ber ku em mirov in, hesta me ya xwedîderketinê ew kir armanc. Lê piştî 27'ê Sibatê, Rêber Apo got ku tekane armanca me, meşa ber bi hedefê ve ye. Armanc jî avakirina civakeke demokratîk e."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

10:39 Li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê çi diqewime?
10:37 ‘Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nîşaneya şikestina di paradîgmaya dewletê de ye’
10:19 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dest pê dike
09:41 Li dijî qirkirina daran a li Dorşînê bertek: Divê li dijî eko-qirkirinê helwest bê nîşandan
09:13 Welatiyên li Hatay û Tarsûsê pişgirî dan 'hevdîtinê': Bila dewlet jî gav biavêje
09:09 Li ser qetilkirina Tahîr Elçî re 10 sal derbas bûn: Wî mercên bê şer xeyal dikir
09:06 'Felsefeya Abdullah Ocalan jina bindest veguherand xwedawendê'
09:03 Fuat Kav: Muzakere jî parçeyek ji têkoşînê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
26/11/2025
18:51 Komîsyon di 1’ê Kanûnê dicive: Dê girtekên Îmraliyê bêne xwendin
17:20 Îlham Ehmed: Em di mijara çareseriyê de bi biryar in
16:47 Çandar: Divê Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe ya berê berde
Olûç: Divê deriyên sînor bên vekirin
16:45 Şînên PKK’iyan hatin ziyaretkirin: Ji bo ziman û nasnameya xwe têkoşiyan
16:13 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bi bîr anîn
15:35 Ji komeleyên Elewiyan bertek li dijî êrişên hêzên Şamê
14:39 TÎP’ê xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin
14:33 Çar sal û 2 meh cezayê hefsê dan Altayli
13:41 Ciwanên başûrî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
13:35 Êrişên li deverên berav û hundirîn ên Sûriyeyê didomin
13:26 Ji bo Aykol name: Hêj gelek karê divê were kirin heye heval
12:59 Li Peyasê 'Peykera Jinên Têkoşer’
12:52 Civaknasê Îranî: Banga Abdullah Ocalan dê girêka Rojhilata Navînê veke
12:34 Li Taylandê ji ber lehiyê 33 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:23 Trump: Me di warê bidawîkirina şerê Ûkraynayê de pêşketineke mezin pêk anî
12:12 Edemen ê 31 salan di girtîgehê de ma, jiyana xwe ji dest da
12:11 DBP’ê bertek nîşanî êrişên ser Elewiyan da
11:54 DEM Partî di çarçoveya pêvajoyê de li Awistiryayê hevdîtinan dike
11:20 DEM Partî dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
11:18 Tedawiya rojnameger Aykol didome
11:13 Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
10:57 Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye
10:06 Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
10:02 Prof. Alaeddînoglû: Vekişîna Gola Wanê nîşaneya krîza avhewayê ye
09:28 'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
09:11 Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
09:06 Banga têkoşîn û piştevaniyê li jinan hate kirin
09:05 Di nava tora fihûşê de xebatên sîxurtiyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
25/11/2025
17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome