Fuat Kav: Muzakere jî parçeyek ji têkoşînê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Fuat Kav diyar jir ku ji ber îdeolojiya PKK’ê û guhertinên ku afirandiye, divê ew wek partiyeke klasîk neyê dîtin û destnîşan kir ku îro muzakereyên bi Abdullah Ocalan tên kirin gaveke girîng e û got: “Muzakere jî beşek ji têkoşînê ye.”

Kurdên ku axa wan bi peymanên hêzên cîhanî hate parçekirin, li hemberî polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê li ber xwe dan. Kurdan di sedsala dawî de bi gelek serhildanan hewl dan hebûna xwe biparêzin û ji Dêrsimê heta Zîlanê, ji Agiriyê heta Koçgiriyê gelek caran rastî komkujiyan hatin. Kurdên ku dihat fikirîn ku dê bi êrişên qirkirinê yên Komara Tirkiyeyê ya ku li ser kavilên Dewleta Osmanî hate avakirin, ve bên tunekirin, bi damezrandina PKK'ê ya di 27'ê Mijdara 1978'an de, dîsa derketin ser dika dîrokê.
 
Meşa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi teza xwe ya “Kurdistan mêtingeh e” di Newroza sala 1973’yan de li Bendava Çûbûk a Enqereyê da destpêkirin, di demekê de ku polîtîkayên tunekirin û înkarkirina li ser gelê Kurd gihîştibûn asta herî xeternak, di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fisê yê navçeya Licê ya Amedê biryareke dîrokî hat girtin. Apoyî, bi pêşengiya Abdullah Ocalan, biryara berxwedana neteweyî dan. Di heman civînê de biryara damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî hate dayîn. Bi îlankirina Roja Berxwedana Neteweyî re, rêwîtiya têkoşîna azadiyê jî dest pê kir.
 
“Me di van salan de welatparêziya welatekî ku kesî navê wî jî nekarîbû bibêje, kir. Me rastiya gelekî ku tu kesî ne dixwest nasnameya wî jî bîne ziman, derxist holê. Me bal kişand ser rastiya taybetmendiyên neteweyî yên ku her kesî wek fedî jê direviya. Çawa ku me got, di van hemû mijaran de rewşa bêrûmetiyê ne qeder e, em dibêjin pêkanîna van bi şoreşeke ewqasî bi heybet, ji bo me ne tiştên ewqasî hestyar in. Em dibêjin me bi awayekî gelekî dilnizm û li gorî pêwîstiyê kir.” (Abdullah Ocalan – 15’ê Tebaxa 1997)
 
Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manîfestoya xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk de jî anî ziman, têkoşîna 47 salî ya PKK'ê hebûna gelê Kurd îspat kir. Ev têkoşîn ne tenê rê li ber tunekirina gelê Kurd girt, di heman demê de rê da Kurdan ku xwe ji nû ve biafirînin. Her çend di banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an a Aştî û Civaka Demokratîk de, di 12’emîn Kongreya PKK’ê ya ku di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de hat lidarxistin de, biryara fesxkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hatibe dayîn jî, Kurd 27’ê Mijdarê, roja destpêka vê têkoşîna ku hebûna wan îspat kiriye, bi atmosfera cejnê pêşwazî dikin.
 
Rojnamevan û nivîskar Fuat Kav pêvajoya damezrandina PKK'ê ya ku ji bo Kurdan xwedî girîngiya mîladê ye û mohra xwe li cîhanê xistiye, armanc û hedefên wê, têkoşîna wê ya 47 salî û biryara fesxkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî nirxand.
 
 
TEVGERA KU XWE VEDIGUHERE, WATEDAR DIKE
 
Fuat Kav anî ziman ku PKK tenê wek partiyek nayê nirxandin û destnîşan kir ku PKK, tevgerekî gelekî cuda ye, dem û cihê wê ne diyar e. Kav diyar kir ku PKK tevgerek e ku timî xwe diguhere, vediguhere, timî xwe watedar dike, li gorî pêwîstiyê di her dem û mercî de xwe bi awayekî gelekî sade îfade dike û got: “Her çend ji derve wek partiyên Lenînîst an Marksîst hatibe damezrandin jî, bi îdeolojî, siyaset, helwesta rêxistinî û xebata xwe, her çend di wê demê de ji sosyalîzma reel bandor bûbe, îdeolojiya wê bi rengekî di xwe de zindî kiribe jî, dîsa jî em nikarin bêjin PKK mîna rêxistin û partiyên din ên Marksîst-Lenînîst e.”
 
Fuat Kav rave kir ku PKK ne tenê xwerû tevgereke şoreşgerî ye, lêbelê tevgereke piralî ye ku di dem û mekanên gelekî cûda de, di diyarde û rewşên gelekî cûda de dikare şoreşê pêk bîne û wiha got: “Bi giştî dema di partiyan de behsa ‘şoreşê’ tê kirin, li şûna desthilatdariyekê, avakirina desthilatdariya xwe tê famkirin. An jî dê dewletekê hilweşîne û dewleta xwe ava bike... Ev dibe dîktatoriya proletaryayê an jî bi awayekî din tê îfadekirin. Lenîn û Marx şoreşê bi vî awayî pênase dikirin. Lê têgihîştina şoreşê ya PKK’ê ji destpêkê ve ne wisa ye. Ew şoreşê li ser bingeha civakê, rêxistinkirina xwe li gorî pêwîstiyên civakê û li gorî wê teoriya diafirîne, li gorî wê teoriyê şoreşê pêk tîne.
 
STRATEJIYA ŞOREŞÊ
 
Mînak, şoreşa jinê... Ji nû ve binavkirin, ji nû ve şikildayîna neteweya Kurd a bê hişmendiya neteweyî... Divê ev wekî şoreşek were dîtin. Herwiha hişyarkirina civakê, şikildayîna civakê, têgihîştin û hişyarkirina civakê; em van hemûyan wek versiyonên cûda yên şoreşa ku li Kurdistanê pêş dikeve dinirxînin. Şoreşa PKK’ê di gelek mijaran de ji partiyên din cuda ye, lê bê guman di gelek mijaran de jî li hev tê. Di dawiyê de navê wê partî ye. Civîn, xebat, rexne, rexnedayîn, stratejiya şoreşê û yên wekî wan, gelek nêzî hev jî hene, lê gelek cûda jî hene.”
 
BÊ JIN ŞOREŞ NABE
 
Fuat Kav bal kişand ser taybetmendiyên ku PKK’ê ji partiyên din cuda dikin û ev tişt got: “Mînak, di tu partiyekî de nêzîkatiyek wisa nîne ku jinê tevlî şoreşê bike, tevlî têkoşînê bike û di nava xwe de hişmendiye li ser vî esasî biafirîne. Lê PKK di kategoriyeke cuda de nêzî jinê dibe. Serok Apo jinê wekî neteweya yekem a bindest û mêtingeh dinirxîne û dibêje: ‘Bê jin şoreş nabe.’ Digot, ‘divê ewil jin xwe biafirîne.’ Îdeolojiya wê, rêxistina wê, siyaseta wê, parastina wê ya cewherî bê avakirin û paşê bi wê re şoreş bê kirin. Mînak partiyên din, di nava hişmendiya ‘ewil tuyê şoreşê pêk bînî, paşê mafê jinê bidî, jinê biguherînî û bikî welatiya wekhev a civakê’ de ne. Serok vê red dike. Lewra şoreş tenê bi mirovên azad pêk tên. Şoreş tenê bi mêrê azad û jina azad dikarin pêk bên. Jina ku azad nebûye, mêrê ku azad nebûye, nikare bibe şoreşgerên rast.”
 
HIŞMENDIYA ŞOREŞÊ
 
Fuat Kav anî ziman ku divê şoreşgerî jî li ser vê bingehê bê bê dîtin, wekî din şoreş ne pêkan e. Kav diyar kir ku sedema bingehîn a hilweşîna sosyalîzma reel, ev kêmasî ye. Kav destnîşan kir ku taybetmendiya bingehîn a ku PKK'ê cuda dike, têgihîştina wê ya şoreşê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiyên Marksîst ên klasîk, partiyên Lenînîst bi tevahî dogmatîk in, gorî şert û mercên rojê tevnagerin, li gorî wê taktîkê çênakin, stratejiyê pêş naxin. Jixwe ji ber vê yekê hem sosyalîzma reel hilweşiya, hem jî partiyên Marksîst ên klasîk ên heyî gihîştin asta ku nikarin şoreşê bikin. Hema hema hemû ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ve hatin tasfiyekirin; ketin rewşeke marjînal. Sedema sereke ya ketina wan a rewşa marjînal ne ji ber ku sosyalîzm şaş e an jî sosyalîzm ne rast e ev ne tezeke nerast e. Hilweşîna şoreşê an jî hilweşîna sosyalîzmê, sosyalîzma reel, nayê wateya ku sosyalîzm tune ye, şaş e. Ew bi şaşî hatiye adaptekirin. Bi awayekî dogmatîk hatiye adaptekirin.”
 
Fuat Kav destnîşan kir ku sedema negihîştina partiyên Marksîst-Lenînîst ên heyî ya asta şoreşê jî ev e û wiha dewam kir: “Ger hûn hewl bidin taktîk û stratejiya salên 1800’î, salên 1900’î li sedsala 21’an bicîh bikin, bê guman hûn ê bigihîjin astekê ku hûn ê nikaribin şoreşê bikin. Ji ber vê yekê PKK ne wisa bû. Mînak dema PKK derket holê, bi rastî jî ji sosyalîzma reel bandor bû, xwe li ser bingeha netewe-dewletê bi rêxistin kir û wek rêxistinek, wek partiyek ku stratejiya xwe jî li gorî vê xêz kir, xwe ava kir. Lê heta kengî dikarîbû vê bike? Heta salên 90’î kir. Heta salên 90’î, îdeolojiya PKK’ê li ser bingeha dewletê bû, îdeolojiyek bû ku ji sosyalîzma reel gelek bandor bûbû. Ji ber vê jî şer meşand. Lewra di encamê de teza sosyalîzma reel ev bû: Heke hûn bixwazin dewletekê ava bikin, divê hûn tundiya şoreşgerî bi kar bînin. PKK di vê çarçoveyê de bandor bû û stratejiya wê bû şerê gel ê şoreşgerî. Bi şerê gel ê şoreşgerî dê netewe-dewletek bê avakirin. Li ser bingeha têkoşîna serxwebûna Kurdistanê, dê dewleteke Kurdistanê bê damezrandin.
 
HILWEŞÎNA SOSYALÎZMA REEL
 
Ev stratejî heta salên 90'î domand. Serok Apo çi kir? Ligel hilweşîna sosyalîzma reel wiha got: ‘Di rewşa heyî de sosyalîzma reel hilweşiya, li ser bingeha şaşiyên xwe hilweşiya. Ji ber tezên nerast hilweşiya, ji ber ku dogmatîk bû hilweşiya. Ji ber ku nikarîbû xwe biguherîne, veguherîne, li gorî sedsala 20’an û 21’an adapte bike, hilweşiya. Wê demê divê ez çi bikim? Divê ez bikevim nava lêgerîneke nû.’ Lêgerîna wî ya nû çi bû? Êdî digot ku tundiya şoreşgerî erka bi cih anî, sedema hebûna gelê Kurd bi temamî ava kir, êdî Kurd nayên înkarkirin; wê demê li gorî rewşa heyî, ger muxatabek bibîne, dikare li şûna têkoşîna çekdarî, li Tirkiyeyê li ser bingeha têkoşîna demokratîk, têkoşîna siyasî, têkoşîna hiqûqî têkoşînê birêve bibe.
 
Û jixwe têkiliyên ku bi Turgut Ozal û Erbakan re di vê çarçoveyê de hatibûn pêşxistin. Lê em dizanin, di encamê de ev pêk nehat. Turgut Ozal hate kuştin. Erbakan jî ji desthilatê hat xistin. Li şûna wî Erdogan partiyek damezrand, ji hev qetiyan û hwd. Di rastiyê de armanca min ne ew e ku ez li vir qala şer bikim. Ez hewl didim vebêjim ka PKK çi ye. Lewra PKK dikeve 48’emîn salvegera xwe ya damezrandinê. PKK partiyek e ku 48 sal in hebûna xwe didomandiye. Dewlet hatin guhertin, rêveberî hatin guhertin, pergal hatin guhertin, sosyalîzma reel hilweşiya; li şûna wê hevsengiyên bi tevahî cuda derketin holê. Tevgerên şoreşgerî yên li Tirkiyeyê, tevgera şoreşgerî ya li Kurdistanê, tevgerên şoreşgerî yên li cîhanê hemû marjînal bûn. Lê PKK neket rewşa marjînal, PKK hêza xwe winda nekir. Bi hêza xwe ya heyî, hêzên nû li hêza xwe zêde kir.”
 
ŞOREŞA ROJAVA
 
Fuat Kav destnîşan kir ku hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk bê bersiv hatin hiştin û di vê pêvajoyê de Komploya Navneteweyî hate pêşxistin û got: “Li dû komploya navneteweyî ya li dijî Serok Apo, hate gotin ku PKK hilweşiya, qediya, dê biqede, êdî pirsgirêka Kurdistanê jî bi vî awayî careke din dê bê definkirin. Lê ne wisa bû. Berevajî vê di kêliya ku hate gotin PKK têk çû, qediya, dê biqede, bi gaveke nû, xwe guhert, veguhert, bi argumanên nû xwe îfade kir û bi pêşxistina pêngavên nû xwe birêxistin kir, pêş xist, xurt kir. Piştî ku Serok Apo bi komployê birin Îmraliyê, her kesî wisa difikirî, êdî PKK qediya. Lê PKK neqediya. Li hundir tasfiyekarî ket dewrê. Her kesî dîsa got ‘PKK qediya.’ Lê piştî destwerdana Serok Apo, ravekirinên teorîk, analîzên wî, analîzên kesayetiyê, çi qewimî? PKK’ê ne tenê xwe nû kir, di heman demê de li Rojava jî şoreş pêk anî. Tenê bi Şoreşa Rojava nema; li dijî rêxistineke wek DAIŞ’ê ku bi temamî li ser qetilkirina Kurdan xwe rêxistin kiribû, hov de bû, bi salan şer meşand. Û li dijî DAIŞ’ê û hêzên ku piştgirî didan wê şoreş pêk anî.”
 
VEGUHERÎNA ÎDEOLOJÎK Û RÊXISTINÎ
 
Fuat Kav destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Kurdan e, şoreşeke navneteweyî ye û ev jî encama gihîştina îdeolojiya PKK’ê ya asteke navneteweyî ye û pê de çû: “Di rastiyê de Serok Apo gihaşt vê astê. Serok Apo li Kurdistanê derket, li wir bi rêxistin bû, li Rojhilata Navîn wate dît; êdî xwe li her çar parçeyên Kurdistanê îfade kir, bû kesayetiyeke naskirî. Piştî komployê, bi paradîgmaya nû re, Serok Apo êdî bû şoreşgerekî di asta navneteweyî de. Çawa ku Marx, Engels, Lenîn, Mao, Stalîn wekî referansên navneteweyî tên nîşandan, bi paradîgmaya nû re Serok Apo êdî ji bo tevgerên şoreşgerî yên navneteweyî bû referansek. Guhertin û veguhertina ku Serok Apo li Girava Îmraliyê pêk anî; veguhertina îdeolojîk, veguhertina siyasî, veguhertina rêxistinî, avakirina KCK’ê, herwiha xweserî, konfederalîzm, şoreşa jinê, ev hemû veguherîn tezeke şoreşê ya di asta navneteweyî de. Êdî ne tenê teorî, stratejî, teza şoreşê ya li Kurdistanê ye; êdî ne tenê di nava Rojhilata Navîn de ye; nêzîkatiya ku paradîgmaya Serok Apo ya ku xwe ji nû ve îfade dike, dikare li seranserê cîhanê wateyê bibîne, tezên ku dikarin bên bicihanîn derket holê. Ji ber vê yekê êdî li her devera cîhanê, hema hema her kesê ku antî kolonyalîst, antî kapîtalîst, alîgirê azadiyê ye, yê ku dixwaze jin azad bibe, jin be yan mêr be, kom be yan partî be, Serok Apo wek referans nîşan didin. Ji ber vê yekê li vir Rêbertiyeke navneteweyî, partiyeke ku Rêbertiyê temsîl dike, îdeolojiyek û rewşeke siyasî heye ku ev partî wê temsîl dike.”
 
MANÎFESTOYA NÛ
 
Fuat Kav anî ziman ku PKK bi vî awayî ava bûye û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Heke mîna partiyên klasîk bûya, civakî nedibû, mezin nedibû, ne mimkun bû ku xwe di asta navneteweyî de binirxîne. Sedema vê jî bê guman hebûna rêbertiyeke mîna Serok Apo ye. Mînak, paradîgmaya dawî, manîfestoya ku Serok li ser bingeha siyaseta demokratîk amade kiribû jî wisa bû. Serok Apo piştî 10 salan manîfestoyek nû derxist holê. Lê ev manifesto, manîfestoyek e ku ya berê temam dike û cihên wê yên kêmasî dagirtiye.”
 
Fuat Kav bal kişand ser dengvedana manîfestoya nû ya Abdullah Ocalan a bi navê Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Bêguman her kes bi awayekî din dinirxîne. Em ji wan re bibêjin çepgirên klasîk ên kevn. Ne tenê li Tirkiyeyê, bê guman ne mimkun e ku alî, rêxistin û partiyên marjînal ên navneteweyî piştgiriyê bidin vê, vê rast bibînin. Çima? Lewra nikarin xwe biguherînin. Partî, rêxistinên wisa hişk in, ewqas nikarin gavekê jî biavêjin, nefesê bistînin, dibêjin ‘Şemaya partiyê ya Marx û Lenîn, Mao, Stalîn çi be, teoriya şoreşê, taktîk, stratejiya wê demê çi be, ez ê îro li vir, di van şert û mercan de, di Sedsala 21’an de wek xwe bicîh bînim.’ Lê îro bi temamî cuda ye. Di rastiyê de ji bilî van her tişt guheriye. Tiştekî neguherî tune ye. Tenê ev aliyên klasîk ên marjînal neguherîne. Lê ew jî di encamê de roj bi roj dihelin û parçe dibin.”
 
SOSYALÎZM DI RUHÊ MIROV DE HEYE
 
Fuat Kav destnîşan kir ku Sedsala 21’an de şert û merc bi temamî guherîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi amûrên şoreşa wê demê îro nikarî nefes bigirî. Ger îro israr bikî, tuyê winda bikî. Bê guman dema em vê dibêjin, PKK û Serok Apo nabêjin ku Marksîzm û Lenînîzm şaş e. Şert û mercên wê demê cuda ne… Serok dibêje: ‘Şertên şoreşê guherîne. Divê amûr, şêwaz, propaganda û stratejiya wê jî biguhere. Rastiyên wê demê di wê demê de man. Eger tu wan bînî îro, şaş e.’ Bi kurtasî em dibêjin ger hûn îro wiha nêz bin, şaş e. Serok dibêje sosyalîzm bi temamî rast e. Dibêje ger sosyalîzm nebe, mirov jî nabe. Dibêje sosyalîzm rastiyek e ku di ruhê mirov de heye. Lê xwesteka me ew e ku em mirovê xwezayî yê berê biafirînin. Serok dibêje di ruhê wî mirovê xwezayî de sosyalîzm heye. Em çawa dikarin mirovê xwezayî înkar bikin? Ji ber vê yekê sosyalîzm di mirovê xwezayî de ye. Em ê bi vî mirovê xwezayî sosyalîzmê biafirînin.”
 
Fuav Kav anî ziman ku ji ber îdeolojiya PKK’ê û guhertinên ku afirandiye, divê wek partiyeke klasîk neyê dîtin û wiha got: “PKK diguherîne, vediguherîne û mirovên mezin, fermandarên mezin derdixe holê. Mazlum Dogan, heval Agît (Mahsûm Korkmaz), Kemal Pîr, Hayrî Durmuş; ev hemû şoreşgerên di nava PKK’ê de ne. Bi van hevalan re şoreş dikare watedar bibe. Heger mirov xwe feda neke, ne têkoşîna demokratîk pêş dikeve ne jî sosyalîzm. PKK di rastiyê de ev e. Ji ber vê yekê PKK di heman demê de partiyek mîlîtanî e, partiya şehîdan e.”
 
'MUZAKERE JÎ PARÇEYEK JI TÊKOŞÎNÊ YE'
 
Fuav Kav destnîşan kir ku PKK’ê biryara fesixkirinê daye, lê di esasê de gihîştiye asta guhertin û veguhertinê û wiha got: “PKK’ê di têkoşîna xwe ya 47 salî de nirxên mezin afirand. Rastiya Kurd derxist holê. Hebûna Kurdan îspat kir. Hebûna Kurdan bi hemû cîhanê da qebûlkirin. Êdî tevahiya cîhanê dît ku Kurd neteweyek in, gelek in û ji vê aliyê ve gihîştine asta ku dikarin xwe bi ziman, çand, huner û siyaseta xwe îfade bikin. Niha Tirkiye jî gihaştiye wê astê. Îro Tirkiye li Îmraliyê bi Serok Apo re di pêvajoya muzakereyê de ye û bi wî re gotûbêj dike, ev tê wateya ku Kurdan qebûl dike. Qebûlkirina Serok Apo, tê wateya ku têkoşîna wî û nirxên ku têkoşînê afirandiye bi rengekî tê qebûlkirin. Lewra ger ne wisa be, ne mumkun e ku bi Serok Apo re li ser masê rûnin û muzakere bikin. Ev jî aliyekî din ê têkoşînê ye.”
 
Fuat Kav di dawiyê de destnîşan kir ku PKK ne tenê ji şoreşa Kurdistanê re, di heman demê de ji şoreşa Rojhilata Navîn û cîhanê re jî tevgereke ku beşdariyên mezin pêşkêş dike û got: “Bi îdeolojî, rêbaz û amûrên têkoşînê, di demekê de ku her kes winda kir, lê PKK'ê hebûna xwe domaned, têk neçû û ji ber vê biryara xwefesixkirinê girîng e. Hemû partî bi helîn, qediyane û tune bûne. PKK ne wisa ye, lê PKK ne ji ber têkçûyînê xwe fesix kir. PKK'ê ji ber windakirinê xwe fesix nekir. PKK ji ber ku li gorî şert û mercan divê xwe biguherîne û veguherîne, xwe fesix kir. Jixwe daxuyaniyên Serok Apo li ser vê bingehê ne. Bi vê munasebetê, ger PKK bi vî awayî bê famkirin, êdî her kes dê rastir fêm bike ka PKK çima heye û piştî vê çima divê ruhê wê bê domandin.”
 
MA / Ozgur Paksoy - Mesut Bagci

Sernavên din

10:39 Li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê çi diqewime?
10:37 ‘Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nîşaneya şikestina di paradîgmaya dewletê de ye’
10:19 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dest pê dike
09:41 Li dijî qirkirina daran a li Dorşînê bertek: Divê li dijî eko-qirkirinê helwest bê nîşandan
09:13 Welatiyên li Hatay û Tarsûsê pişgirî dan 'hevdîtinê': Bila dewlet jî gav biavêje
09:09 Li ser qetilkirina Tahîr Elçî re 10 sal derbas bûn: Wî mercên bê şer xeyal dikir
09:06 'Felsefeya Abdullah Ocalan jina bindest veguherand xwedawendê'
09:03 Fuat Kav: Muzakere jî parçeyek ji têkoşînê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
26/11/2025
18:51 Komîsyon di 1’ê Kanûnê dicive: Dê girtekên Îmraliyê bêne xwendin
17:20 Îlham Ehmed: Em di mijara çareseriyê de bi biryar in
16:47 Çandar: Divê Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe ya berê berde
Olûç: Divê deriyên sînor bên vekirin
16:45 Şînên PKK’iyan hatin ziyaretkirin: Ji bo ziman û nasnameya xwe têkoşiyan
16:13 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bi bîr anîn
15:35 Ji komeleyên Elewiyan bertek li dijî êrişên hêzên Şamê
14:39 TÎP’ê xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin
14:33 Çar sal û 2 meh cezayê hefsê dan Altayli
13:41 Ciwanên başûrî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
13:35 Êrişên li deverên berav û hundirîn ên Sûriyeyê didomin
13:26 Ji bo Aykol name: Hêj gelek karê divê were kirin heye heval
12:59 Li Peyasê 'Peykera Jinên Têkoşer’
12:52 Civaknasê Îranî: Banga Abdullah Ocalan dê girêka Rojhilata Navînê veke
12:34 Li Taylandê ji ber lehiyê 33 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:23 Trump: Me di warê bidawîkirina şerê Ûkraynayê de pêşketineke mezin pêk anî
12:12 Edemen ê 31 salan di girtîgehê de ma, jiyana xwe ji dest da
12:11 DBP’ê bertek nîşanî êrişên ser Elewiyan da
11:54 DEM Partî di çarçoveya pêvajoyê de li Awistiryayê hevdîtinan dike
11:20 DEM Partî dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
11:18 Tedawiya rojnameger Aykol didome
11:13 Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
10:57 Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye
10:06 Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
10:02 Prof. Alaeddînoglû: Vekişîna Gola Wanê nîşaneya krîza avhewayê ye
09:28 'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
09:11 Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
09:06 Banga têkoşîn û piştevaniyê li jinan hate kirin
09:05 Di nava tora fihûşê de xebatên sîxurtiyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
25/11/2025
17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome