ÎZMÎR - Li Menemenê, di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û 11 kes binçav kirin.
Li Taxa Hasarlik a navçeya Menemen a Îzmîrê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û 11 kes binçav kirin. Navê 11 kesên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin wihane: “Halîl Guçlu, Firat Saatçî, Okan Altun, Îbrahîm Dag, Serdar Dag, Yusuf Çil, Erhan Kiliç, Baran Kalkan, Hakan Çakal, Yîgît Oste û Ahmet Eroglu.”
Polîsan 11 kesên binçav kirin, birin Şaxa TEM’ê.