‘Gel dê polîtîkayên qeyûman vale derbixe’

  • rojane
  • 10:22 10 Cotmeh 2018
  • |
img
RIHA - Emrûllah Cîn ê 14 salan hevşaredarî û serokatiya şaredariyê kir, anî ziman ku îro HDP kevneşopiya HADEP’ê berdewam dike û got: “Gel dê polîtîkayên qeyûman vale derbixe.”
 
Tevgera siyaseta Kurd a li Tirkiyeyê, ji sala 1999’an ve bi şîara “Em bixwe bajarên xwe û xwe birêve birin” dest bi xebatên rêveberiyên herêmî kir. Ji kesên beşdarî xebatên rêveberiyên herêmî bûn Hevşaredarê BDP’ê yê navçeya Wêranşara Riha yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Emrûllah Cîn e. Emrûllah Cîn ji ber xebatên rêveberiyên herêmî di salên 1999-2004, 2004-2009’an de nêzî 5 salan di girtîgehê de dimîne û dûre ji bo Hevşaredariya salên 2014’an heya 2018’an li Wêranşarê tê hilbijartin. Hevşaredarê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Emrûllah Cîn feraseta şaredartiya tevgera siyaseta Kurd û polîtîkayên qeyûm nirxandin. 
 
Cîn, diyar kir ku ew bi armanca, hesap bidin gel, pêşdebirina beşdarbûnên demokratîk û şaredartiyeke zelal ketin û wiha axivî: “Em li taxa û semtan biryara gel esas digirin.”
 
Cîn, anî ziman ku siyaseta Kurd çawan ku şaredarî qezenc kirin konseya bajarê avakirin û wiha got: “Bi konseya bajêr armanc kirin ku polîtîkayên xizmetê yên şaredariyê pêşbixin. Beşên ji derveyî siyaseta Kurd jî cihê xwe di vê konseya bajêr de digirin. Bi konseya bajêr me dest bi tevlîbûnek demokratîk kir. Lê walî û qeymeqanên wan deman tim konseya bajêr asteng kirin. Ji bo ku konseya bajêr bê betalkirin walîtiyan nivîs nivîsandin. Lê ji ber ku gel xwedî derket walî neçar man ku nivîsên xwe paşve bikêşin.” 
 
‘EM JI CÎHANÊ RE BÛN MÎNAK’
 
Cîn, da zanîn ku wî  dû serdeman hevşaredartî kir û  wiha bilêv kir: “Dema ez serokê şaredariyê bûm hatim girtin û 4 salan di girtîgehê de mam. Di dema girtîgehê de me liser mînakên rêveberiyên herêmî yên cîhanê lêkolîn kir. Piştî sala 2014’an ji girtîgehê derketim, vê carê bi modela hevşaredartiyê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), ez bûm namzetê Şaredariya Wêranşarê. Bi feraseta xwe ya demokratîk, gelparêz û hevşaredartiyê em ji tevahiya cîhanê re bûn mînak. Modela hevşaredartîyê ne tenê li Tirkiyeyê li gelek deverên cîhanê mînakên wê hene. Bi vê rêbazê jin dikarin cihê xwe bi awayekê wekhev di rêvberiyên şaredartiyê de bigirin. Rêveberiyên herêmî, tê wateya rêveberiyên demokratîk. Cihekê ku rêveberiyên herêmî tunebe li wê derê demokrasî, hiqûq û edalet jî tuneye. Di rêveberiyên herêmî de desthilatdar pirsgirêka herî mezine. Desthilatdar mirovan jehrî û qirêj dike. Lê rêveberiya bi gel re mirovan jî diparêze û nahêle qirêj bibe. Rêveberiyên herêmî di vî warî de necarin xwe tim nû bikin.”
 
‘POLÎTÎKAYÊN QEYÛMÊ YÊN HIKÛMETÊ TIM HEBÛN’
 
Cîn, di dewama axaftina polîtîkayên qeyûmê yên hikûmetê nirxand û wiha rêz kir: “Ji xwe polîtîkayên qeyûmê yên hikûmetê tim hebûn. Ji bo xizmetek biçûk jî destûr ji qeymeqam û walîtiyê digirtin. Naveroja şaredariyan hatibû valekirin. Ji ber destûra mesrefkirinê ne dihat dayîn, berî qeyûm bên tayînkirin hemû pereyên şaredariyan di kasayan de tije bibûn. Ji bo xizmetê bê dayîn, diviyabû destûr bê dayîn. Ji ber vê nêzîkatiya qeymeqam û walîtiyan, gel û rêvberiyên şaredariyan hatibûn pêşberî hev. Dûre jî yek bi yek qeyûm tayînê şaredariyan kirin.”
 
‘QEYÛMAN ŞAREDARÎ QEDANDIN’
 
Cîn, destnîşan kir ku qeyûmên bi OHAL’ê re hatin tayîn kirin, hemû destketiyên gel qedandin û wiha pê de çû: “Li Tirkiyê û Kurdistanê di sala 2016’an de operasyonên cîdî pêk hatin. Di serî de hevşaredar û bi sedan endamên meclîsên şaredariyan hatin binçavkirin û girtin. Qeyûm tayîn kirin. Desthilatdariya ku xezmetên şaredariyan ên ji bo gel dihatin kirin qebûl nekirin hilbijêr kirin girtîgehan. Cihekê ku ev pêkanîn lê hebin demokrasî li wê derê tuneye û ne pêkane ku mirov behsa edalet û hiqûqê bike.” 
 
‘POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN DÊ VALE DERBIKEVIN’
 
Cîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ligel hemû êrîşên hikûmetê jî, gel di hilbijartina herêmî de bersivek baş bide polîtîkayên qeyûman. Çi dibe bila bibe gel dê polîtîkayên qeyûman di hilbijartina herêmî de carek din vale derbixe.”
 
MA / Erdogan Alayûmat

Sernavên din

13/10/2018
10:11 Cil û bergan nadin girtiyan
09:59 Li Wanê 3 jê muxtar 15 kes hatin girtin
09:31 Maşîneya leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya qelibî: 12 leşker birîndar bûn
09:07 Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê kir
09:06 Endamê DAIŞ'ê mikur hat, lê dîsa jî cinayeta Bagdû nehat ronîkirin
09:05 Kedkarên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Dê xisara manewî çawa bê tezmînkirin?
09:04 Daristana bi sedan sal e tê parastin: Ziyareta Omê
09:04 Ji bo îstasyonên bazê bên rakirin kampanya dan destpêkirin
08:59 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2018'AN
12/10/2018
21:36 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
20:19 Mamsoteyê xwendekarên xwe îstismar kir, 75 sal ceza lê hat birîn
20:09 Karkerê meaşê wî nedanê hewl da întihar bike
20:03 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:43 3 jê rojnamevan 20 kes hatin berdan
17:12 Brunson hat berdan
17:02 Temellî: Dorpêç kirine siyaseta giştî
16:43 ‘Kujer bên dîtin wê Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe’
16:07 Dozger xwest kontrola edlî ya Brunson bê rakirin
15:59 Karkerê ji gazê jehrî bû jiyana xwe ji dest da
15:30 Di facîaya trênê de 4 kesên ‘berpirsiyar' hatin berdan
15:30 Li Îzmîrê 8 kes hatin berdan
15:23 Temellî li Lîcê ye: Operasyon kampanyeya hilbijarinê ya AKP’ê ye
15:13 Li gundê Çemê Elîkê operasyon didome
15:10 ÎHD: Li Wanê di 3 mehan de 8 hezar û 536 mafên mirovan îhlal bûn
14:37 Oluç: Duh bi cemaetê re îro bi MHP'ê re dikin
14:30 Temel ê HDP’î bertek nîşanî operasyonan da: Kesek biçe dê hezar kes bên
13:55 'Bi binçavkirin û girtinan vîna jinê dikin armanc'
13:53 Li Midyadê qezaya trafîkê: 2 kes mirin û 11 kes birîndar bûn
13:29 ‘Dadgehê ne edalet, polîs parastin’
13:15 Temellî, Ozturk û Koçyîgît çûn Lîcê
12:37 Paylan: 'Lêçûnên veşarî' yên AKP’ê li hevkarên wê tên belavkirin
12:25 Rojnamevan û siyasetmedar sewqî edliyê kirin
12:05 Rojnameger ji ber xebatên KCD û TJA tên sûcdarkirin
11:58 Jin ‘Warê Xemrî' vedikin
10:56 Kesek li Balafirgeha Dîlokê hat binçavkirin
10:55 Aydogdu ku di bin çavan de krîza dil derbas kir hêj li beşa nerîna zêde ye
10:48 Rojnameger Oner dê bibin Amedê
10:47 Erdogan destûr da ku cerdevan çekan bixwe re bigerînin
10:40 Tanrikulu: Kurd dê di sindoqê de bersîvê bidin operasyonên dijhiqûqî
10:23 Li Cûdî xwezayê qetil dikin
10:10 ‘Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzetin’
09:55 Yekîneya taybet li Girtîgeha Edeneyê girtî derb kirin
09:51 ‘Qeyûm şaredariya gel veguherand şaredariya rantê’
09:34 RSF: Di 2018'an de 56 rojnameger hatin kuştin
09:19 Li Dîlokê hindik maye 19 rojnameyên herêmî bên girtin
09:18 ‘Her ku îktîdar li dara HDP'ê dide ji nû şîn dibe'
09:17 Kesê di binçavan de birin daristanekê îşkencekirin
09:16 Xeratvan: Wisa bidome em ê kargeriyê bigirin
09:16 Dayika Şemiyê: Hîn jî qîrîna kurê min a di îşkenceyê de di guhê min de olan dide
09:15 Mûtlû: Dê gel di sindoqê de bersiva Erdogan bide
09:14 Piştî hat îxrackirin dest bi karê gûzan kir
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2018'AN
11/10/2018
23:21 Li Amedê ji kesên hatin binçavkirin 13 jê hatin girtin
19:04 Rojnamevan Evren hat girtin
17:21 Dozger ji bo rojnameger Evren biryara girtinê da
17:01 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:34 Li Tekîrdagê jinek hat kuştin
16:23 Edîtora berê ya Demokratîk Modernîteyê hat binçavkirin
16:13 Li Pasûrê jinek hat kuştin
16:01 'Divê li dijî operasyonan em muxalefeta civakî ava bikin’
15:36 Ji rojnameger Evren pirsa ‘Navê kodê we çi ye’ kirin
15:00 Wekîlên bi KHK'ê hatin îxrackirin: Em ji meclîsê çareseriyê dixwazin
14:42 Ji bo cenazeyê zarokê xwe serî li ÎHD'ê dan
14:27 635 cerdevan ji peywirê hatin dûrxistin
14:24 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê beşdarî Nobeda Edaletê bûn
14:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Me duh li ber xwe da em ê îro jî li ber xwe bidin
13:39 Temellî li Amedê ye: Em dizanin kê îxbar kiriye
12:41 'Efsaneya Qralê kirêt' tê pêşandan
11:38 Ji binçavkiriyan 23 kes sewqî dozgeriyê kirin
11:29 Deynê derve Tirkiye dixe zorê: Rojên dijwar li pêş karker û esnafan e
11:09 Temellî û Ozturk çûn serdana Hilmî Aydogdu
10:42 Cenazeyê Kolca li Amedê defin kirin
10:38 Hilmî Aydogdu yê di binçavan de krîza dil derbas kir
10:24 Keldaniyê vegeriya warê xwe gundekî nû ava kir
10:23 ‘Em dizanîn em ê çawa şaredariyan ji wan bistînin’
09:45 Qedexeya kolanan a Lîcê û Hênê bi dawî bû
09:11 ‘HDP bi çewisandinan natepise'
09:10 Karkerên heqdesta wan nayê dayîn: Heta em heqê xwe nestînin em ji vir naçin
09:10 Meclîsa Ciwanan ji bo konferansê bang li hemû ciwanan kir
09:09 Rezên li Licê hişk dibin, êdî karê ser mehseran jî ne wekî berê ye
09:08 ‘Ji 175 esnafî 70 jê dezgehên xwe girtin'
09:08 Parlementerê HDP'î Işik: Ji bo binpêkirinên mafan xwe bigihînin me
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2018'AN
10/10/2018
17:15 8 rojnameger û 90 siyasetmedar li emniyetê tên ragirtin
16:57 Endamê Meclîsa DBP'ê Şaşmaz hat binçavkirin
16:08 Rojnameger: Hempîşeyên me berdin
15:43 Parlamenteriya Leyla Guven 3 meh şûnde hat bîra meclisê
15:30 Tîryakî: Girtina Toguç ne hiqûqiye
15:17 Polîsan mudaxaleyî bernameya bîranînê kir: 11 kes binçav kirin
15:10 Şêniyên Çemê Elîka: Wê esker me bişewitînin
15:08 Kêştiya koçberan noqî avê bû: 9 kes mirin û 25 kes jî winda bûn
14:52 Dadger li Nûçegîhana me Taşkin 7 sal û 6 meh ceza birî
14:42 Doza Lijneya Weşana Giştî ya Nobedar taloq kirin
14:33 Di serdegirtina malê de Hevşaredara Hezro derp kirin
14:10 Soz dan qurbaniyên Komkujiya Enqereyê: Em paş ve nekişin
13:52 Li Amedê şermezarkirina operasyonê: Em çong natewînin
13:38 Çekîl ê HDP’î yê rastî êrîşê hat: Ev encama polîtîkayên cudakar ên hikûmetê ye
13:35 Ji doza Ozgur Gundemê kes nehat berdan
13:03 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê bibîr anîn: Em li cihê qurbaniyan e