Parêzera doza 10'ê Cotmehê: Heta rayedarên dewletê bên darizandin emê têbikoşin

  • rojane
  • 12:37 10 Cotmeh 2018
  • |
img
ENQERE - Parêzera ku li doza kesên di komkujiya li GAR'a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan Prz. Îlke Işik, diyar kir ku heta rayedarên dewletê bên darizandin hewldan û têkoşîna wan a ji bo ronikirin û cezakirina berpirsiyaran dê bidome. 
 
Li GAR'a Enqereyê di 10'ê Cotmeha 2015'an de di pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB û TBB'ê de mîtînga Aştiyê hatibû lidarxistdin. Beriya ku mîtîng dest pê bike, endamên DAIŞ'ê êrîşa xwekujiyê pek anibûn. Di komkujiyê de 103'an jiyana xwe ji dest dabû. Di ser komkujiyê re 3 sal derbas bûn. Lê hêj doz li gorî daxwaza malbat û parêzeran bi encam nebûye. Di 2'ê Tebaxa 2018'an de doza biryarê  hat dîtin. Di danişînê de der barê 19 jê girtî 36 bersûcan de biryar hat dayîn. Malbatan her dem dirûşmeya “edalet" berz kirin. Lê gotina "Edalet bingeha milk e" tenê li ser diwarê salona dadgehê ma. Komkujiya GAR'a Enqereyê wekî komkujiyek dîrokî derbasî qeydên dîrokê ya Tirkiye bû. Endama Komîsyona doza 10'ê Cotmahê Prz. Îlke Işik rewşa dozê hirxand. 
 
‘EM EWIL RASTÎ BIRYARA VEŞARTÎ HATIN'
 
Prz. Işik, anî ziman ku piştî bûyerê wan ewil xwest xwe bigînin dozger û agahiyan bi dest bixin û wiha got: "Em rastî tabloyek pir xerab hatin. Li qada ku bi hezaran mirov lê kom bûn, kesên xwe kuj bombe lê teqandin. Zedeyî 100 miroven qasidê aştiyê lê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku em bi rêk û pêk cihê bûyerê lêkolin bikin, delîlan kom bikin û piştre edalet pêk bê çi ji destê me hat, me hewl da pêk bînin. Lê dişta ewil em li dozgeriyê rast hatin biryara veşartina dosyayê bû. Dozger lêpirsîn ji me veşart. Nehişt ku em li naveroka dosyayê binerin. Piştî komkujiyê heta 8 mehan der barê dosyayê de me tu agahî bi dest nexist. Dosya ji me veşartin û heta 8 mehan me nekarîbû budaxaleyî lêpirsîn û dosyayê bikin. Daxwazên me hatin redkirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 3 dozger erkdar kirin. Her tim dozgeran got em lêkolin dikin û hewl didin. Lê tiştek nekirin. " 
 
'ÎDÎANAME BI KEMASIYÊN MEZIN HAT AMADEKIRIN' 
 
Prz. Işik, da zanîn ku îdîaname bi awayekî rezalet û kêmasiyên mezin hat amadekirin û wiha berdewam kir: "Di îdîanameyê de Yunus Durmaz ê hat îdîakirin plansazê komkujiyê ye, li Dilokê matarlayê dijîtal li ser wi hat girtin. Di van belgeyan de 36 bersûc hebûn. Lê der barê van bersûcan û têkiliyên wan ên din de lêkolîn nehat kirin. Komkujî çawa pêk hat. Xwekuj çawa li ser rêya Dîlokê hatin û derbasî Enqereyê bûn? Ev yek nehat lêkolînkirin. Îdîaname pir kêm bû. Tevî hemû îtîrarazên me 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê îdîaname qebûl kir û doz di 7'ê Mijdara 2016'an de hat dîtin. Me di roja ewil de xwest îdîaname bê redkirin û yek nû bê amadekirin. Lê dadgehê ev daxwaza me red kir. Di îdîanameyê de video û wêneyen bi dehan însanên ku ruyê wan baş tê nasîn ên li hucreyan hatibûn kişandin hebûn. Navê wan X, Y, Z hatibûn kod kirin. Lê der barê van kesan de lêkolîn nehat kirin. Me pirsî çima ev kes nehatine tespîtkirin. Lê dozger bersîva vê yekê neda. Me di 2  salan de ji dadger xwest ku der barê X, Y de lêkolîn bê kirin. Me xwest der barê berpirsiyarê komkujiyê de lêkolîn bê kirin. Lê daxwaza me her tim hat redkirin. Me 2 salan pirsên Maşîne çawa ji Dilokê ket rêya Enqereyê? Hucreyên li Dîlokê çawa li Pirsûs, Edene, Mêrsîn, Amed û Enqereyê komkujî pêk anîn? Kê çavê xwe li wan girt? Kê alîkarî da wan? pirsî. Lê pirsên me bê bersîv man. Pirsa Durmaz kî ye? jî lêkolîn nekirin. Piştre em fêr bûn ku Dîlok, Semsûr û sînor di kontrola DAIŞ'ê de ye." 
 
 
'LI GEL BIRYAR HEBÛ LÊPIRSÎN NEHAT KIRIN'
 
Prz. Işik, da zanîn ku li gel der barê bersûcên Yunus Durmaz û Îlhami Balî, Deniz Buyukçelebî û Nusret Yilmaz biryara lêpirsînê hebû jî der barê wan de tu lêpirsîn nehat kirin. Li gel ku di telefonan de xwe dan dest jî dîsa lêpirsîn û şopandin nehat kirin. Ji serdema El Kaide yani 2012'an de der barê van navan de lêpirsîn hebû. Telefona wan hatiye guhdarkirin. Komeleya wan hatiye şopandin. Şopandina fîzîkî hatiye kirin. Lê der barê wan de karek nehatiye kirin. Bali, li ser sinor gefan li eskeran dixwe. Xwekuş aşkere di ser sînor re derbas dibin. Tevi hemû delîl û agahiyan bersûc hatin piştguhkirin. Ev bersûc kujer in. Di nokteyek komkujiyê de cih girtine. Ne tenê ev berpirsiyar in. Di heman demê de Waliyê Dîlokê û midûriyeta Polîsan a Dîlokê jî berpirsiyare vê yekê ne. Erkdarên ku sinr parastin jî berpirsiyarê vê yekê ne. Berpirsiyariya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ji pir zêde ye. Diviya bû ku dadgehê çepera lêpirsînê fireh kiribûya. Lê ev yek nekir. Ji ber ku di belgeyan de dewlet berpirsiyar e. Li şûna dadgeh lêpirsînê fireh û kûr bike, bi lez biryar da û xwest ser dosyayê bigire. 
 
 
'SERDESTIYA HIQUQÊ KET BIN PIYAN'
 
Prz. Işik, da zanin ku hiquqa ceza bi vê yekê ketiye bin piyan û wiha lê zêde kir: “Delîlan kom dikin, lê li ser delîlan niqaşan nameşînin û lêkolîn nakin. Dadgeh van şaxan jê bernade û tiştekî nake. Li şûna lêpirsînê lêkolîn bike û fireh bike hemû daxwazên me red kir. Bêyî lêkolînê fireh bike bi lez di Texabê de biryar da. Li gori îdianameyê ceza dan. Hêj doz neqediya ye. Di 8'ê mijdarê de danişin dê dîsa bê dîtin. Ji bo berpirsiyar û rayedarên dewletê yên destê wan di navde heye bên darizanidn hewldan û têşokîna me dê berdewam bike. Heta ku ev bersûc neyên cezakirin ewlehiya tu kesî tune ye. Ji ber vê yekê têkoşîna me ya hiqûqî dê berdewam bike. Heta ku encama em dixwazin bi dest bixin çend sal bidomin jî tekoşîna me ya hiqûqî dê bidome." 
 
DADGEHÊ DI 3'Ê TEBAXÊ DE BIRYAR DABÛ 
 
Di danişîna dozê de di 3'ê Tebaxê de biryar hatibâ dayîn. Heyeta dadgehê bi tawanbariya "binpêkirina qanûna bingehîn" li bersûc Abdulmutalîp demîr, Talha Guneş, Metîn Akaltin, Yakup Guneş, Hakan Şahîn, Halîl Îbrahîm Alçay, Resûl Demîr, Haci Alî Dûrmaz û Huseyîn Tûnç herkê muebedeke giran û bi tawanbariya "Kuştina bi qesdî" herkê 100 caran cezayê muebeda giran birî. Dadgehê bi tawanbariya kuştina 20 jê zarok 391 kesî jî li bersûcan herkê 27 sal ceza birîbû. Dadgehê li bi hinceta "di çarçoveya fealiyetên rêxistinê bêyî destûr peydakirina madeyên talûke de" li bersûc Abdulmutalîp Demîr, Metîn Akaltin, Yakup Şahîn Burak Oramanoglû û Huseyîn Tûnç herkê 10 sal ceza û 40 hezar lîre cezayê pereyî biribû. Li bersûc Ormanoglû û Akaltin bi tawanbariya "peydakirina çek û guleyên talûke" herkê 10 sal û 6 meh ceza û herkê 36 hezar lîre cezayê pereyî hat birîn.  Dadgehê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" li bersûc Burak Ormanoglû, Suphî Alpfîdan, Mehmedîn Baraç, Nîhat Urkmez û Yakûp Karaoglû herkê 12 sal û bi heman hincetê li bersûc Esîn Altintûg (Dûrgûn), Hatîce Akaltin, Yakûp Yildirim û Abdulhamît Boz jî herkê 7 sal û 6 meh cea birîbû. Bi hinceta "endmatiya rêxistinê" 18 sal ceza li bersûc Erman Ekîncî jî hat birîn. Dadgehê derbarê bersûcên fîrara İlhami Bali, Savaş Yildiz, Edremit Ture, Deniz Buyukçelebi, Yakup Selagzi, Kasim Dere, Nusret Yilmaz, Mustafa Delibaşlar, Walentina Slobodjanjuk, Muhammet Zana Alkan, Omer Deniz Dundar, Cebrail Kaya, Ahmet Guneş, Kenan Kutval, Bayram Yildiz û Hasan Huseyin Ugur jî de biryar da ku dosyeya wan bê veqetandin. 
 
MA / Berivan Altan 
 
 

Sernavên din

13/10/2018
10:11 Cil û bergan nadin girtiyan
09:59 Li Wanê 3 jê muxtar 15 kes hatin girtin
09:31 Maşîneya leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya qelibî: 12 leşker birîndar bûn
09:07 Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê kir
09:06 Endamê DAIŞ'ê mikur hat, lê dîsa jî cinayeta Bagdû nehat ronîkirin
09:05 Kedkarên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Dê xisara manewî çawa bê tezmînkirin?
09:04 Daristana bi sedan sal e tê parastin: Ziyareta Omê
09:04 Ji bo îstasyonên bazê bên rakirin kampanya dan destpêkirin
08:59 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2018'AN
12/10/2018
21:36 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
20:19 Mamsoteyê xwendekarên xwe îstismar kir, 75 sal ceza lê hat birîn
20:09 Karkerê meaşê wî nedanê hewl da întihar bike
20:03 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:43 3 jê rojnamevan 20 kes hatin berdan
17:12 Brunson hat berdan
17:02 Temellî: Dorpêç kirine siyaseta giştî
16:43 ‘Kujer bên dîtin wê Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe’
16:07 Dozger xwest kontrola edlî ya Brunson bê rakirin
15:59 Karkerê ji gazê jehrî bû jiyana xwe ji dest da
15:30 Di facîaya trênê de 4 kesên ‘berpirsiyar' hatin berdan
15:30 Li Îzmîrê 8 kes hatin berdan
15:23 Temellî li Lîcê ye: Operasyon kampanyeya hilbijarinê ya AKP’ê ye
15:13 Li gundê Çemê Elîkê operasyon didome
15:10 ÎHD: Li Wanê di 3 mehan de 8 hezar û 536 mafên mirovan îhlal bûn
14:37 Oluç: Duh bi cemaetê re îro bi MHP'ê re dikin
14:30 Temel ê HDP’î bertek nîşanî operasyonan da: Kesek biçe dê hezar kes bên
13:55 'Bi binçavkirin û girtinan vîna jinê dikin armanc'
13:53 Li Midyadê qezaya trafîkê: 2 kes mirin û 11 kes birîndar bûn
13:29 ‘Dadgehê ne edalet, polîs parastin’
13:15 Temellî, Ozturk û Koçyîgît çûn Lîcê
12:37 Paylan: 'Lêçûnên veşarî' yên AKP’ê li hevkarên wê tên belavkirin
12:25 Rojnamevan û siyasetmedar sewqî edliyê kirin
12:05 Rojnameger ji ber xebatên KCD û TJA tên sûcdarkirin
11:58 Jin ‘Warê Xemrî' vedikin
10:56 Kesek li Balafirgeha Dîlokê hat binçavkirin
10:55 Aydogdu ku di bin çavan de krîza dil derbas kir hêj li beşa nerîna zêde ye
10:48 Rojnameger Oner dê bibin Amedê
10:47 Erdogan destûr da ku cerdevan çekan bixwe re bigerînin
10:40 Tanrikulu: Kurd dê di sindoqê de bersîvê bidin operasyonên dijhiqûqî
10:23 Li Cûdî xwezayê qetil dikin
10:10 ‘Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzetin’
09:55 Yekîneya taybet li Girtîgeha Edeneyê girtî derb kirin
09:51 ‘Qeyûm şaredariya gel veguherand şaredariya rantê’
09:34 RSF: Di 2018'an de 56 rojnameger hatin kuştin
09:19 Li Dîlokê hindik maye 19 rojnameyên herêmî bên girtin
09:18 ‘Her ku îktîdar li dara HDP'ê dide ji nû şîn dibe'
09:17 Kesê di binçavan de birin daristanekê îşkencekirin
09:16 Xeratvan: Wisa bidome em ê kargeriyê bigirin
09:16 Dayika Şemiyê: Hîn jî qîrîna kurê min a di îşkenceyê de di guhê min de olan dide
09:15 Mûtlû: Dê gel di sindoqê de bersiva Erdogan bide
09:14 Piştî hat îxrackirin dest bi karê gûzan kir
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2018'AN
11/10/2018
23:21 Li Amedê ji kesên hatin binçavkirin 13 jê hatin girtin
19:04 Rojnamevan Evren hat girtin
17:21 Dozger ji bo rojnameger Evren biryara girtinê da
17:01 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:34 Li Tekîrdagê jinek hat kuştin
16:23 Edîtora berê ya Demokratîk Modernîteyê hat binçavkirin
16:13 Li Pasûrê jinek hat kuştin
16:01 'Divê li dijî operasyonan em muxalefeta civakî ava bikin’
15:36 Ji rojnameger Evren pirsa ‘Navê kodê we çi ye’ kirin
15:00 Wekîlên bi KHK'ê hatin îxrackirin: Em ji meclîsê çareseriyê dixwazin
14:42 Ji bo cenazeyê zarokê xwe serî li ÎHD'ê dan
14:27 635 cerdevan ji peywirê hatin dûrxistin
14:24 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê beşdarî Nobeda Edaletê bûn
14:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Me duh li ber xwe da em ê îro jî li ber xwe bidin
13:39 Temellî li Amedê ye: Em dizanin kê îxbar kiriye
12:41 'Efsaneya Qralê kirêt' tê pêşandan
11:38 Ji binçavkiriyan 23 kes sewqî dozgeriyê kirin
11:29 Deynê derve Tirkiye dixe zorê: Rojên dijwar li pêş karker û esnafan e
11:09 Temellî û Ozturk çûn serdana Hilmî Aydogdu
10:42 Cenazeyê Kolca li Amedê defin kirin
10:38 Hilmî Aydogdu yê di binçavan de krîza dil derbas kir
10:24 Keldaniyê vegeriya warê xwe gundekî nû ava kir
10:23 ‘Em dizanîn em ê çawa şaredariyan ji wan bistînin’
09:45 Qedexeya kolanan a Lîcê û Hênê bi dawî bû
09:11 ‘HDP bi çewisandinan natepise'
09:10 Karkerên heqdesta wan nayê dayîn: Heta em heqê xwe nestînin em ji vir naçin
09:10 Meclîsa Ciwanan ji bo konferansê bang li hemû ciwanan kir
09:09 Rezên li Licê hişk dibin, êdî karê ser mehseran jî ne wekî berê ye
09:08 ‘Ji 175 esnafî 70 jê dezgehên xwe girtin'
09:08 Parlementerê HDP'î Işik: Ji bo binpêkirinên mafan xwe bigihînin me
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2018'AN
10/10/2018
17:15 8 rojnameger û 90 siyasetmedar li emniyetê tên ragirtin
16:57 Endamê Meclîsa DBP'ê Şaşmaz hat binçavkirin
16:08 Rojnameger: Hempîşeyên me berdin
15:43 Parlamenteriya Leyla Guven 3 meh şûnde hat bîra meclisê
15:30 Tîryakî: Girtina Toguç ne hiqûqiye
15:17 Polîsan mudaxaleyî bernameya bîranînê kir: 11 kes binçav kirin
15:10 Şêniyên Çemê Elîka: Wê esker me bişewitînin
15:08 Kêştiya koçberan noqî avê bû: 9 kes mirin û 25 kes jî winda bûn
14:52 Dadger li Nûçegîhana me Taşkin 7 sal û 6 meh ceza birî
14:42 Doza Lijneya Weşana Giştî ya Nobedar taloq kirin
14:33 Di serdegirtina malê de Hevşaredara Hezro derp kirin
14:10 Soz dan qurbaniyên Komkujiya Enqereyê: Em paş ve nekişin
13:52 Li Amedê şermezarkirina operasyonê: Em çong natewînin
13:38 Çekîl ê HDP’î yê rastî êrîşê hat: Ev encama polîtîkayên cudakar ên hikûmetê ye
13:35 Ji doza Ozgur Gundemê kes nehat berdan
13:03 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê bibîr anîn: Em li cihê qurbaniyan e