Soz dan qurbaniyên Komkujiya Enqereyê: Em paş ve nekişin

  • rojane
  • 14:10 10 Cotmeh 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – 103 kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li gellek bajaran hatin bibîranîn. Di bîranînan de ev soz dan qurbaniyan; “Heta qatilên rastî derkevin holê û edalet pêk were em ê bêhna xwe nedin, paş ve nekişin û bêzar nebin.” 

Li Enqereyê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Trênê DAIŞ’ê li dijî Mitînga Aştî û Demokrasiyê teqîn pêk anî û 103 welatî jiyana xwe ji dest dan. Qurbaniyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li gellek bajaran hatin bibîranîn. Gorên qurbaniyan hatin ziyaretkirin. 
 
LI STENBOLÊ BÎRANÎN 
 
Dîcle Delî (17) a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Merkezefendî ya Zeytunburniyê hat bibîranîn. Polîsan goristanê dorpêç kir. Bavê Delî, Faîk Delî di bîranînê de axivî û da zanîn ku ji bo dawî li şer were û aştî pêk were ew bi keça xwe re çûbû Enqereyê û ji niha şûn ve gellek tiştên ew ê qezenc bikin hene. Delî got ew ê hemû bi hev re aştî û demokrasiyê bînin vî welatî. Delî ji helbestek Adnan Yucel xwend. Pişt re qurnefil danîn ser gorê. 
 
‘EM SOZ DIDIN WE REHER RAKEVIN’
 
Vahdettîn Ozgan, Ahmet Katurlu, Cemal Avşar, Azîze Onat û Selîm Ors jî li goristana İhlamurkuyu ya Çekmekoyê hatin bibîranîn. Rêveberên HDP’ê tev li merasîma bîranînê bûn. Di bîranînê de Endamê Desteya Navendî ya HDP’ê Mustafa Avci axivî û got: “Em soz didin we û hûn rehet rakevin, em ê têkoşîn û daxwaza we ya aştî û demokrasiyê bibin serî. Em ê ji bo bîranîna we têkoşîna xwe dewam bikin.” 
 
Yên jiyana xwe ji dest dan li goristanên li Karacahmet, Çekmekoy, Gazî û Kanaryayê jî li ser gorên xwe hatin bibîranîn. 
 
ÎZMÎR 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê jî ji bo bîranîna qurbaniyan li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û qurbaniyan bibîr anîn. Pêkhateyan bi pankart û berzkirina dirûşmeyan hêrsa xwe ya li dijî komkujiyê anîn ziman. Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, rêveberên HDP û CHP’ê û xizmên qurbaniyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Ewil rêzgirtin û pişt re daxuyanî hat dayîn. Serokê Komeleya Aştî û Piştevaniya 10’ê Cotmehê ya Îzmîrê Mustafa Ozdal navê 103 qurbaniyan xwend û got wan ken jî êdî ji bîra kiriye û dîrok wê li vî welatî aştîxwazên bi rûmet binivîsîne û kujeran jî wê wek atil û bêrûmet binivîsine. 
 
Li ser navê pêkhateyan Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari jî komkujî şermazar kir û diyar kir ku xwestine bi lezgînî pêvajoya darazê xelas bikin û ew ê tu demê komkujiyê ne ji bîra bikin û nedin ji bîr kirin. 
 
EDENE
 
103 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji deset dan li Gara Edeneyê jî hatin bibîranîn. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê bîranînê li dar xist û ji bo qurbaniyan rê girtin û ew bibîr anî. Li ser navê pêkhateyan Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê Îrfan Dogan axivî û got ew tu demê kujerên aştiyê û demokrasiyê efû nekin. Dogan got: “Heta qatilên rastî derkevin holê û edalet pêk were em ê bêhna xwe nedin, paş ve nekişin û bêzar nebin. Em ê efû nekin, ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.” Piştî axaftinê qurnefil danîn qada Garê û çalakî bi dawî bû.
 
RIHA
 
Ji qurbaniyên komkujiyê Yilmaz Elmascan li goristana Pirsûsê, Nîlgun û Sîdar Çevîk jî li gundê Midêba Biçûk a bi ser navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve ji aliyê rêveber HDP û DBP’ê ve hatin bibîranîn. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di bîranînê de axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku ji ber kujerên Komkujiya Pirsûsê dernexistin holê bû sedemê komkujiya Enqereyê. 
 
Rêveber û aktîvîstên HDP, DBP û TJA’yê li avahiya HDP’a Rihayê civîna çapemeniyê li dar xistin û 103 welatî bibîr anîn. Rêveberên partiyan bi rêzgirtinê qurbaniyan bibîr anîn û Hevseroka DBP’a Rihayê Sema Aîşeoglu got ew ê parastina aştiyê dewam bikin û ew soz didin qurbaniyên xwe ku dê ji bo aştiyê gav paş ve neavêjin. 
 
HATAY 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest bibîr anî. Çalakî li Bazara Bîtê ya berê pêk anîn û wêneyên qurbaniyan hildan. Serokê Şaxa ÎHD’a Îstenderûnê Coşkun Selçûk got heta edalet pêk were dê ew jî bibin şopdarê dozê. 
 

Sernavên din

13/10/2018
10:11 Cil û bergan nadin girtiyan
09:59 Li Wanê 3 jê muxtar 15 kes hatin girtin
09:31 Maşîneya leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya qelibî: 12 leşker birîndar bûn
09:07 Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê kir
09:06 Endamê DAIŞ'ê mikur hat, lê dîsa jî cinayeta Bagdû nehat ronîkirin
09:05 Kedkarên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Dê xisara manewî çawa bê tezmînkirin?
09:04 Daristana bi sedan sal e tê parastin: Ziyareta Omê
09:04 Ji bo îstasyonên bazê bên rakirin kampanya dan destpêkirin
08:59 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2018'AN
12/10/2018
21:36 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
20:19 Mamsoteyê xwendekarên xwe îstismar kir, 75 sal ceza lê hat birîn
20:09 Karkerê meaşê wî nedanê hewl da întihar bike
20:03 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:43 3 jê rojnamevan 20 kes hatin berdan
17:12 Brunson hat berdan
17:02 Temellî: Dorpêç kirine siyaseta giştî
16:43 ‘Kujer bên dîtin wê Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe’
16:07 Dozger xwest kontrola edlî ya Brunson bê rakirin
15:59 Karkerê ji gazê jehrî bû jiyana xwe ji dest da
15:30 Di facîaya trênê de 4 kesên ‘berpirsiyar' hatin berdan
15:30 Li Îzmîrê 8 kes hatin berdan
15:23 Temellî li Lîcê ye: Operasyon kampanyeya hilbijarinê ya AKP’ê ye
15:13 Li gundê Çemê Elîkê operasyon didome
15:10 ÎHD: Li Wanê di 3 mehan de 8 hezar û 536 mafên mirovan îhlal bûn
14:37 Oluç: Duh bi cemaetê re îro bi MHP'ê re dikin
14:30 Temel ê HDP’î bertek nîşanî operasyonan da: Kesek biçe dê hezar kes bên
13:55 'Bi binçavkirin û girtinan vîna jinê dikin armanc'
13:53 Li Midyadê qezaya trafîkê: 2 kes mirin û 11 kes birîndar bûn
13:29 ‘Dadgehê ne edalet, polîs parastin’
13:15 Temellî, Ozturk û Koçyîgît çûn Lîcê
12:37 Paylan: 'Lêçûnên veşarî' yên AKP’ê li hevkarên wê tên belavkirin
12:25 Rojnamevan û siyasetmedar sewqî edliyê kirin
12:05 Rojnameger ji ber xebatên KCD û TJA tên sûcdarkirin
11:58 Jin ‘Warê Xemrî' vedikin
10:56 Kesek li Balafirgeha Dîlokê hat binçavkirin
10:55 Aydogdu ku di bin çavan de krîza dil derbas kir hêj li beşa nerîna zêde ye
10:48 Rojnameger Oner dê bibin Amedê
10:47 Erdogan destûr da ku cerdevan çekan bixwe re bigerînin
10:40 Tanrikulu: Kurd dê di sindoqê de bersîvê bidin operasyonên dijhiqûqî
10:23 Li Cûdî xwezayê qetil dikin
10:10 ‘Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzetin’
09:55 Yekîneya taybet li Girtîgeha Edeneyê girtî derb kirin
09:51 ‘Qeyûm şaredariya gel veguherand şaredariya rantê’
09:34 RSF: Di 2018'an de 56 rojnameger hatin kuştin
09:19 Li Dîlokê hindik maye 19 rojnameyên herêmî bên girtin
09:18 ‘Her ku îktîdar li dara HDP'ê dide ji nû şîn dibe'
09:17 Kesê di binçavan de birin daristanekê îşkencekirin
09:16 Xeratvan: Wisa bidome em ê kargeriyê bigirin
09:16 Dayika Şemiyê: Hîn jî qîrîna kurê min a di îşkenceyê de di guhê min de olan dide
09:15 Mûtlû: Dê gel di sindoqê de bersiva Erdogan bide
09:14 Piştî hat îxrackirin dest bi karê gûzan kir
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2018'AN
11/10/2018
23:21 Li Amedê ji kesên hatin binçavkirin 13 jê hatin girtin
19:04 Rojnamevan Evren hat girtin
17:21 Dozger ji bo rojnameger Evren biryara girtinê da
17:01 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:34 Li Tekîrdagê jinek hat kuştin
16:23 Edîtora berê ya Demokratîk Modernîteyê hat binçavkirin
16:13 Li Pasûrê jinek hat kuştin
16:01 'Divê li dijî operasyonan em muxalefeta civakî ava bikin’
15:36 Ji rojnameger Evren pirsa ‘Navê kodê we çi ye’ kirin
15:00 Wekîlên bi KHK'ê hatin îxrackirin: Em ji meclîsê çareseriyê dixwazin
14:42 Ji bo cenazeyê zarokê xwe serî li ÎHD'ê dan
14:27 635 cerdevan ji peywirê hatin dûrxistin
14:24 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê beşdarî Nobeda Edaletê bûn
14:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Me duh li ber xwe da em ê îro jî li ber xwe bidin
13:39 Temellî li Amedê ye: Em dizanin kê îxbar kiriye
12:41 'Efsaneya Qralê kirêt' tê pêşandan
11:38 Ji binçavkiriyan 23 kes sewqî dozgeriyê kirin
11:29 Deynê derve Tirkiye dixe zorê: Rojên dijwar li pêş karker û esnafan e
11:09 Temellî û Ozturk çûn serdana Hilmî Aydogdu
10:42 Cenazeyê Kolca li Amedê defin kirin
10:38 Hilmî Aydogdu yê di binçavan de krîza dil derbas kir
10:24 Keldaniyê vegeriya warê xwe gundekî nû ava kir
10:23 ‘Em dizanîn em ê çawa şaredariyan ji wan bistînin’
09:45 Qedexeya kolanan a Lîcê û Hênê bi dawî bû
09:11 ‘HDP bi çewisandinan natepise'
09:10 Karkerên heqdesta wan nayê dayîn: Heta em heqê xwe nestînin em ji vir naçin
09:10 Meclîsa Ciwanan ji bo konferansê bang li hemû ciwanan kir
09:09 Rezên li Licê hişk dibin, êdî karê ser mehseran jî ne wekî berê ye
09:08 ‘Ji 175 esnafî 70 jê dezgehên xwe girtin'
09:08 Parlementerê HDP'î Işik: Ji bo binpêkirinên mafan xwe bigihînin me
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2018'AN
10/10/2018
17:15 8 rojnameger û 90 siyasetmedar li emniyetê tên ragirtin
16:57 Endamê Meclîsa DBP'ê Şaşmaz hat binçavkirin
16:08 Rojnameger: Hempîşeyên me berdin
15:43 Parlamenteriya Leyla Guven 3 meh şûnde hat bîra meclisê
15:30 Tîryakî: Girtina Toguç ne hiqûqiye
15:17 Polîsan mudaxaleyî bernameya bîranînê kir: 11 kes binçav kirin
15:10 Şêniyên Çemê Elîka: Wê esker me bişewitînin
15:08 Kêştiya koçberan noqî avê bû: 9 kes mirin û 25 kes jî winda bûn
14:52 Dadger li Nûçegîhana me Taşkin 7 sal û 6 meh ceza birî
14:42 Doza Lijneya Weşana Giştî ya Nobedar taloq kirin
14:33 Di serdegirtina malê de Hevşaredara Hezro derp kirin
14:10 Soz dan qurbaniyên Komkujiya Enqereyê: Em paş ve nekişin
13:52 Li Amedê şermezarkirina operasyonê: Em çong natewînin
13:38 Çekîl ê HDP’î yê rastî êrîşê hat: Ev encama polîtîkayên cudakar ên hikûmetê ye
13:35 Ji doza Ozgur Gundemê kes nehat berdan
13:03 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê bibîr anîn: Em li cihê qurbaniyan e