ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Berdevka TJA'yê ya Şirnexê Adalet Fîdan diyar kir ku li gel kûrbûna polîtîkayên şerê taybet, li herêmê qetilkirina jinan jî zêde dibe û got: "Ev polîtîka çiqasî kûr dibe tundiya li jinan û kuştina jinan jî ewqasî zêde dibe."
Li Kurdistanê û Tirkiyeyê polîtîkayên şerê taybet ê desthilatdariya heyî her diçe zêdetir dibin. Jin, di her qadên jiyanê de rastî her cure rêbazên şerên taybet tên. Di encama van polîtîkayan de tundî, xwekuştin, qetilkirin û destavêtin a li jinan jî zêdetir dibe. Civaka ku para xwe ji van polîtîkayan digire jî, jinan sewqî mirinê dike û mirinê ji wan re wekî çare dibîne. Daraza ku erka xwe pêk nayne jî, bi politikaya bêcezakirinê kuştina jinan rewa dike û ev jî dibe sedema qetilkirina jinan.
Rûyê polîtîkayên şerê taybet ê herî dijwar jî li herêma Botanê ye. Tenê di nava 2 mehan de 5 jinan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Di 11'ê Hezîranê de Berîvan Ekînler bi awayekî biguman ji qata 5'an de ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Di 12'ê Hezîranê de Leyla Gulçe bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Di 29'ê Gulanê de zaroka bi navê Safya Sureyya bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Di 22'yê Gulanê de Zelîha Ozkaplan ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Di 11'ê gulanê de Melek Saltan a 21 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Di 10'ê Nîsanê de li Cizîrê Gulê Akman bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Tenê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin. Lê belê der barê mirinên jinan ê biguman de jî heta niha lêpirsînek nehatiye destpêkirin û encam jê nehatiye standin.
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Şirnexê Adalet Fîdan, qetilkirina jinan û polîtîkayên şerê taybet ên ku li herêmê li ser jinan tên meşandin nirxandin.
'BOTANÊ WEKÎ HEREMEKE PÎLOT DIBÎNE'
Adalet Fîdan diyar kir ku li herêmê her xwekuştinek, qetilkirin, tundî û destavêtina li jinan perçeyeke ji polîtîkayên şerê taybet e û wiha axivî: "Her xwekuştineke jinan perçeyeke ji polîtîkayên şerê taybet e. Lingê şerê taybet ê herî girîng li ser jinan tê meşandin. Ev polîtîkaye li tevahiya Kurdistanê tê meşandin, lê belê Botanê wekî heremeke pîlot ji xwe re dibînin û herî zede jî li ser vê derê vê xebatê didin meşandin. Gelê Botanê ji bo azadiya xwe her tim li ber xwe dide û ji desthilatdariyan re jî serî natewîne. Ev polîtîka, di şexsê jinan de li ser tevahiya civakê tê meşandin. Kuştina jinan, taciz û destdirêjî ji berê de hebû lê belê di van salên dawî de gihaştiye asta herî jor. Ev polîtîkayên şerê taybet çiqasî kûr dibin tundiya li ser jinan û kuştina jinan jî ewqasî zede dibe. Carinan ev bi destê malbatan tê kirin û ev hişmendî jî heman hişmendî ye. Bedena jinê wekî namûsa mêr tê dîtin, wekî namîsa malbatê tê dîtin. Di bin navê namûsê de ev şerê taybet bi destê malbatan tê birêvebirin û lingê wê yê herî qirêj jî bi destê hêzên ewlehiyê yê dewletê ve tê birêvebirin. Ev bingeha xwe ji ku distîne? Bêcezakirinek heye. Jin tê qetilkirin û yê ku jinê qetil dike bêceza dimîne û nayê sucdar kirin û 'sedem çibû ku ev jin hat qetilkirin' tê pirsin û di vir de jin tê sûcdar kirin."
'JI BER KU BERSÛC BÊCEZA DIMÎNIN KUŞTINA JINAN ZÊDE DIBE'
Fîdan bi lêv kir ku bêcezakirina bersûcan li herêmê kuştina jinan zedêtir dike û got ku ev polîtîka di nava civakê de dibe sedema rewakirina kuştina jinan û wiha domand: "Xwekuştinên li herêmê çêdibin ji sedî yekê wê jî ne bêsedem in. Piraniya wan tên qetilkirin û wekî ku xwe kuştibe nîşan didin. Yan jî jinan sewqî xwekuştinê dikin. Jin nêçar tê hiştin ku xwe bikuje. Ev jî girêdayî şerê taybet e û hişmendiya zilamperestî û dewletperestiyê ye. Ji ber ku bersûc bêceza tê hiştin bi rihetî vî sûcî pêk tîne. Bersûcên ku jinan dikujin, taciz dikin û dest dirêjî wan dikin jî sedema vê kirinê wekî kenê jinan, cil û bergên wan û rabûn û rûniştina wan hincet nîşan dide. Ev hişmendiye civakê dixe bin kontrola xwe. Ji ber ku jin pêşengiya civakê dike ji xwe re wekî talûkeyê dibîne."
'EM Ê REXNEDAYINA VÊ BIDIN'
Fîdan anî ziman ku tayinkirina qeyûman jî yek perçeyê şerê taybet e û da zanîn ku ew ê wekî TJA li dijî van polîtîkayan xebateke berfireh bidin pêşiya xwe û got: "Tayinkirina qeyûman jî yek ji perçeyê polîtîkayên şerê taybet e. Ji bilî şewirmendiyên me yên şaredariyan qadên ji jinan re hatine vekirin nîne. Şewirmendiyên me yên şaredariyan di dema xwe de ji bo ku pêşiyê li kuştinan jinan, tundiyê bigirin xebatên girîng didan meşandin. Niha jî şaredariyên me dîsa destê me de ne. Lê mixabin ev sê serdem in ku qeyûman diavêjin ser şaredariyên me. Ew saziyên jinan li gel tayinkirina qeyûman tên girtin û jin tê tecrîtkirin. Hem ji civakê dûr dike û hem jî ji siyasetê dûr dixin. Weke TJA em xebatên xwe yên avakirina komîsyonan li taxan de didin meşandin. Jinên ku rastî tacîz û destdirêjiyê tên jî xwe sucdar dike û weke rûreşiyekî dibine. Lê belê heke ku civak di vê astê de be divê ku em rexnedayina vê bidin. Ji ber ku ti sûcê jina ku rastî tundiyê, kuştinê û destdirêjiyê tê nine. Ji bo vê hişmendî guhertinê xebatên me hene. Ev bûyer zede dibin lê hûrbûna me jî lê ser zêde dibe. Weke TJA xebatên me dê li taxan, kolanan bidome. Ev xebat dê bi atolyeyan, perwerdehiyan bidome. Em ê bi jinan re biryar bidin. Kêmasî li ku ye, jin ji me çi dixwazin û em bi hevre çawa dikarin pêşiya vê bigirin? Yek jineke ku em pê re hevdîtin nekin em ê nehêlin û em ê bi wan re bi hevre biryar bidin."
MA / Zeynep Durgut