ÎZMÎR - Jinan li Îzmîrê bertek nîşanî komkujiyên jinan dan û diyar kirin ku berpirsyarê komkujî û tundiya li dijî jinan, îktîdara AKP-MHP’ê ye.
Şaredariya Konakê ya Îzmîrê li dijî zêdebûna komkujiyên li dijî jinan, li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji cînayetên jinan re dibêjin bes e” û dovîzên “6284’ê bi cih bîne, bila jin bijîn” û “Em naxwazin bimrin, em dixwazin bijîn. Pêşî ne li hevberdanê, li cînayetê bigire” hatin hilgirtin. Rêxistinên jinan, Şaredara Konakê Nîlufer Çinar Mutlu û Şaredara Karabaglarê Helî Înay Kinay û gelek jin tev li bûn.
Endama Piştevaniya Mor Dîdar Gul di daxuyaniyê de axivî û got ku her roj bi nûçeyên qetilkirina jinan, tacîz û tecawizê hişyar dibin. Gul, bi domdarî wiha got: “Em her roj çavên xwe di nava pergala mêrê serdest de vedikin. Yên ku me qetil dikin ne tenê zilam in, her wiha pergala mêrê serdest a îktîdara AKP-MHPê ye. Divê jin li dijî vê têkoşîneke mezintir bimeşînin.”
'BERPIRSYAR ÎKTÎDAR E’
Endama Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) Tulîn Osmanogûllari jî bal kişand ser polîtîkayên necezakirinê yên di cînayetên li dijî jinan de û wiha got: “Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî peywira xwe bi cih nayîne. Li welatekî her roj jin tên qetilkirin de îktîdar ne ji bo pêşîlêgirtina tundî û komkujiyan, hewl dide projeyên ji bo xurtkirina malbatê pêş bixe. Berpirsyarên komkujiyên jinan ew kes in ên Peymana Stenbolê betal kirin.”
Şaredara Karabaglarê Helîl Înay Kinay jî anî ziman ku divê li dijî komkujiyên jinan têkoşîn were meşandin. Kinay, wiha pê de çû: “Em mecbûrin li dijî vê zîhniyeta tarî û paşverû dengê xwe bidin bihîstin. Cînayetên jinan polîtîk in. Em ê bêdeng nemînin, netirsin.”
Şaredara Konakê Nîlûfer Çinar Mutlu jî got ku ew ji bo ji cînayetên jinan re bibêjin “bes e” daketine kolanan û axaftina xwe wiha qedand: “Di nava hefteyekê de li navçeya konakê 3 cînayetên jinan çêbûn. Ev nayê qebûlkirin. Me careke din dît bê ka gotina me ya ‘dê betalkirina Peymana Stenbolê bikuje’ çiqasî rast e. Tarîtî li tevahiya welatê me belav bû. Em ê teslîmî vê tarîtiyê nebin. Em ji tundî û cînayetên zilam re dibêjin na.”
Piştre jî malbatên jinên hatine qetilkirin axivîn û xwestin pêşî li ber cînayetên jinan bên girtin û daxwaza edaletê kirin.
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.