ENQERE - Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, ji bo sîgortaya jinên kedkarên malan çê bibe û teqawît bibin, pêşniyaza qanûnê da.
Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, ji bo hin kesên ku li kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye dinêrin û li şûna alîkariya ku bi şert digirin, ji tevare weke mafekî civakî pere bê dayîn û sîgortaya hemû jinên kedkarên malan çê bibe û teqawît bibin, pêşniyaza qanûnek da Serokatiya Meclisê.