Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
- jin
- 15:40 11/5/2021
Jinan di salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê de diyar kirin ku ew ê teslîmî pergalê nebin û ew ê civakek wekhev û azad bi hev re ava bikin.
Jinan di salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê de diyar kirin ku ew ê teslîmî pergalê nebin û ew ê civakek wekhev û azad bi hev re ava bikin.
Parlamenterên HDP’ê yên jin bi wesîleya salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê pankartek bi sûrên Amedê ve danîn. Ayşe Acar Başaran jinan gotina xwe dawî negotiye û peyman di pratîkê de ye û dê dev ji Peymanê bernedin.
Koma Peymana Stenbolê Pêk Bîne, nivîsa “Peymana Stenbolê ya Me ye, Em Dev jê Bernadin” dan Sûrên Topkapiyê.
Di mirina Gurbet Uren de, ku bi guman jiyana xwe ji dest da geşedanên nû derketin holê. Xizmeke Gurbet Uren ku ji ber ewlehiyê nexwest ku navê xwe bide diyar kir ku Uren 35 sal bûn bi tundiya hevjînê xwe re rûbirû dima û hevjînê wê bi dehan caran gefa kuştinê lê dixwar.
Sîmanperî Akyildiz ku bi laçika xwe ya spî li her derê behsa aştiyê dikir, bi şewba Covîd-19'ê ket û jiyana xwe ji dest da. Kurê wê got: "Heya roja jiyana xwe ji dest da jî xewn û xeyala wê, welat bû, têkoşîna azadiyê bû."
Li gor daneyên Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê, li Mêrsînê hezar û 343 jin û zarok serî li sitareyan dane. Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku berî ku mal veguherin "hêlîna tahdeyê" demildest divê plana çalakiyê ya lezgîn pêk bê.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Rihayê, bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin ên siyasî ku li girtîgehên cuda tên girtin re qert şand. Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu, li pêş PTT’ê axivî û ev tişt: “Ji bo dayikan diyariya herî mezin azadî û aştî ye.”
Dayika Aştiyê Sîmanperî Akyildiz ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Nurê ya navçeya Cizîrê Hulya Dalmiş ku 10 sal in tedawiya nexweşîna penceşêrê dibîne, li gel ragihandina qedexeya derketina derve barê wê giran bû û 3 karan bi hev re dike. Dalmiş a ku kedeke mezin dide jî ji neditina keda jinê bi gilî ye.
Prof. Dr. Ferîde Acar got vekişandina ji Peymana Stenbolê ji neîmzekirina peymanê bêtir xetereyê dide. Dildara EŞÎK’ê Zelal Ayman jî got wê rêxistinên jinan dev ji peymanê bernedin û dê destûrê nedin ku ser rojeva peymanê were girtin.
Dayika yek ji sembolên têkoşîna jinan Berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan Lutfiye Gokkan, bal kişand ser Roja Dayikan û got: “Xelata wê ya herî mezin, têkoşîna wê ye. Divê serê dayikên zarokên wan têdikoşin her tim bilind be.”
Halîme Kahraman ku gava 15 salî bûye malbata wê, bi darê zorê wê bi kesekî 30 salan jê mezintir re zewicandiye, got: "Zarokên wî bi qasî min bûn. Ma min ê çi bikira. Pir zor bû. Bila jinên niha ne wisa bin, bila ji bo jiyana li gor dilê xwe li ber xwe bidin."
Dayikên ku kêlikeke gorên zarokên wan jî tune ne û ne li benda gul an jî kulîlkekê ne gotin: "Heya aştî û demokrasî neyê, ji bo me rojeke bi navê Roja Dayikan tune ye."
Hiqûqnasan nepêkanîna qanûnên derbarê mafên jinan de rexne kirin û gotin: "Ev polîtîka xwe dispêre Serdema Navîn û encama helwesta terîqat û cemaetên paşverû yên dijminên jina ye."
Sûltan Deyîş ku hevjînê wê û keça wê girtî ne, 29 sal in girtîgeh bi girtîgeh digere. Deyîş, anî ziman ku Roja Dayikan ji bîr kiriye û got: "Roja ku şer bi dawî bibe û em bigihên zarokên xwe, dê wê rojê bibe Roja Dayikan."