'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'

RIHA - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê li dijî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 13’yemîn de didome. Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li Rojava hate kirin.

Çalakiya nobedê ya ku li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, di roja 13'yemîn de berdewam dike. Çalakiya nobedê ya bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hat destpêkirin. Îro rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Riha û navçeyên Rihayê piştevaniya nobetê kirin. 
 
Girseya ku serê sibê li qada nobetê kom bû pankartên "Rojava xeta me ya sor e" û "Nazim û Cîhan rumeta me ye" daliqandin. Di nobetê de daxuyanî hat dayîn. 
 
GIRÎNGIYA ŞOREJA ROJAVAYÊ
 
Hevseroka Navçeya Sêweregê ya DEM Partiyê Selma Gozgû Ayebe diyar kir ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mirovahiyê têdikoşin û wiha got: “Me di meşa ku duh li dar xist de nîşan da ku em ji bo çi armancê li vir in. Me dît ku felsefeya 'Jin jiyan azadî' li Rojava hat jiyîn. Ji ber vê yekê divê em jin Rojava biparêzin."
 
'JI BO CÎHANÊ BÛ MODEL'
 
Hevserokê navçeya Sêweregê ya DEM Partiyê Alî Dusak jî wiha axivî: "Li Rojava polîtîkaya şerê qirêj tê meşandin. Kobanê neket, maskeya wan ket. Yekitiya Kurdan tê wateya pêngava yekemîn a avakirina azadiyê. Modela ku ji aliyê Rêbertî ve hatiye afirandin. Kurd ji bo hemû gelên cîhanê mînak e."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxedana Rojava”, çepik û tilîliyan bi dawî bû.