TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
- jin
- 12:22 14/5/2020
TJA'yê, bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand û banga xwedî derketina zimanê kurdî kir.
TJA'yê, bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand û banga xwedî derketina zimanê kurdî kir.
Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, diyar kir ku bi pêvajoya vîrûsa koronayê re tundiya li dijî jinê zêde bûye û wiha got: “Heke dewlet nikaribe pêşî li vê tundiyê bigire, yên ku pêşî lê bigirin em in.”
Heyeta ku di nav de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî heyî ziyaretî goristana ku hatî texrîbkirin kir. Aydenîz, bertek nîşanî êrîşan da û got: "Bi van êrîşan em dibînin ku AKP têk diçe. Lê li hemberî van êrîşan em ê bi yek dengî, yek rengî têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî vê hovitiyê em ê demokrasiyê, azadiyê û aşitiyê biparêzin."
Aktîvîstên TJA’yê û Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, li navçeya Sûrê li deriye gelek malan dan û Roja Dayikan pîroz kirin.
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê, TJA, HDK êrîşên li dijî goristanan şermezar kirin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya bertek nîşan da û got: "Di olê îslamê, quranê û tu ol û baweriyan de ev êrîş nayê qebkûl kirin û wiha got: "Ne li meha remezanê guhdar dikin, Ne li cejnê guhdar dikin, ne li Corona û ne jî li Roja Dayikan guhda dikin û êrîş dikin. Ne êşên dilê dayikan û hêsirê çavê dayikan dibînin. Balkêş e di meha remezanê de gor xera kirin û kêlê goran şikandin."
Aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi minasebeta Roja Dayikan gora Taybet Înan a li Slopiyê polîsan ew kuşt û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma ziyaret kirin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê bi minasebeta Roja Dayikan daxuyanî da û diyar kir ku di vê roja dayikan de îqtîdar razî dibe ku dayik li ser gorên zarokên xwe nobetê bigirin û wiha got: "Îqtîdar polîtîkayên dirû dimeşîne. Îqtîdara AKP-MHP'ê razî ye ku dayikên Kurdan li ber kêlê gorên zarokên xwe nobetê bigirin".
Endama Komîsyona Jina ya ÎTO'yê Încîlay Erdogan, bal kişand ser hiyerarşiya zayendparêz a di qada xizmeta tenduristiyê de û got. "Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jin, rol û pîşeyên wekî nikaribin pêşî li karkeriya nav malê bigirin layiq tên dîtin. Ev jî şideta herî mezin e."
Hevberdeka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, anî ziman ku bi tevnên piştevaniyê yên di dema şewbê de hatine avakirin rêxistinbûyîna civakiyî ya ji bo jiyaneke nû pêkan e û got, pêşengiya vê yekê jî wekî serdema neolîtîkê divê jin bikin.
Li navçeya Peyasê 3 jin di dikanek terziyê de hatin gelhev û bi armanca piştevaniyê dest bi çêkirina rûpoşên bêpere krin. Jin wê rûpoşan bidin mirovên pêdiviyên wan heyî.
Meclîsa Jinan a HDP’a Îzmîrê têkildarî Roja Dayikan diyar kir ku ew têkoşîna dinyayek ku jin û zarok neyên qetilkirin biafirînin birêve dibin.
393 jinên rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, ronakbîr û aktivîst li dijî qanûna înfazê ya cihêkar metneke hevpar îmze kirin û banga guhertina qanûna înfazê kirin.
Navenda Piştevaniyê ya Jinê ku di bin banê Şaredariya Qersê de hatiye avakirin, di warê derûnî, civakî û hiqûqî de piştgiriya jina dike. Hevşaredar Şevîn Alaca, anî ziman ku armanca wan ew e ku vî bajarî bikin ku jin rihetir lê bijîn.
Dayika ku xizmetkara tenduristiyê ye Başak Edge Gurkan, bi minasebeta roja dayikan diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê ji meha Adarê heta niha ber karê zêde rêya malê nabînin û nikarin wexta xwe ji zarokan re veqetînin. Gurkan, anî ziman ku rayedar zorê li wan dikin ku yan zarokan an jî kar hilbijêrîn û wiha got: "Hin dayik jî ji ber zextên hevjînê xwe ya dê şewbê bîne malê nikarin biçin malê."
Nûnerên jin ên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê, diyar kirin ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye û ji hêla tundiya li ser jinan ve şertên pêvajoyê xetereyên jiyanî derxistiye holê.