Piştî girtiyên edlî hatin berdan tundiya li dijî jinê zêde bû
- jin
- 09:11 27/4/2020
Seroka Navenda Gelînçîk a Baroya Enqereyê Prz. Asli Arihan, diyar kir ku piştî zagona înfazê û berdana girtiyên edlî tundiya li ser jinê zêde bû.
Seroka Navenda Gelînçîk a Baroya Enqereyê Prz. Asli Arihan, diyar kir ku piştî zagona înfazê û berdana girtiyên edlî tundiya li ser jinê zêde bû.
Jin, ji bo ku Gulîstan Doku ya 113 rojin windaye bê dîtin wê îşev li ser medya civakî di Twîtterê de hastagê vekin.
Berdevka Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê Tahsîne Saran, bertek nîşanî guhertina zagona înfazê da û diyar kir ku bi vê guhertinê sucdarên jin û zarokan tên berdan û dîsa zarok û jin berdêla vê yekê didin.
Seroka Navenda Mafên Jina ya Baroya Mêrsînê Şîrîn Guner, anî ziman ku qanûna înfazê ya nû di cinayetên jinan de ji bo kiryaran "efûyeke sergirtî" di xwe de dihewîne û got, divê mekanîzmayên ku jinan diparêzin têkevin dewrê.
Ji KCDP’ê Hîlal Sûsûz, diyar kir ku kesên sûcên tundiya li ser jinan kirine, bi sererastkirina înfazê tên berdan û xwest ku kesên tên berdan bên kontrolkirin.
Parlamenterên jin ê di Meclîsê, ji bo Seroka Parlamena Herêma Kurdistanê Dr. Rewaz Faîq name şandin û gotin: "Li dijî şerê xwîşk û birakujiyê em dengê xwe bilindtir bikin!"
Parêzer Sena Yazibagli diyar kir ku pakêta înfazê tenê ne faîlan bi wêrek dike di heman demê de rê li pêşiya mexdûrên tundiyê re dimînin jî digire.
Platforma Yekitiya Jinén Kurd, li dijî êrîşên ser gelê kurd û komkujiyên li ser gelê Kurd pêş dikevin, bang li hemû rêxistin, partî, dezgeh û rûsipiyên Kurdistanê kir ku kurd hevdu mihtacî degirkera nekin û got: "Bila di vê dema dijwar de aştiya navxweyî mayinde bikin. Wekî seferberiyé derfetên xwe parve bikin. Jiyana kurdekî jî bikeve xeterê dê dilê dayik û civaka kurd perçe bibe."
Parlamentera CHP'ê Sevda Erdan Kiliç, bal kişand ser banga Zelîha Erdemîr a ji ber dest ji hevjînê xwe berda rastî gefa kuştinê tê got: "Em dengê wê bibhîzin, lê beriya ku bê kuştin divê em dengê wê bibhîzin."
Handan Aşkin a ku xwest Emre Aşkin berde û aliyê wî ve hat lêxistin û felç ma, diyar kir ku qanûna hat derxistin, ew bi rojan xistiye nava fikar û tirseke mezin û got: “Emre Aşkin ji derveyî qanûnê mayîn başe, lê ev qanûn ji bo hemû jinan heqarete.
Piştevaniya Morê ku li dijî şideta li ser jinê ya di pêvajoya şewbê de zêdetir bûye, atolyeyên xwe yên xweparastinê yên onlîne didomîne û hemû jinan ezimand atolyeyên xwe.
Li Navçeyaa Îpekyolu ya Wanê jina bi navê N.A li malê hat kuştin.
Înîsyatîfa Derûnasan a Mezopotamyayê, hişyar kir ku ji ber ku mirov ji ber şewba coronayê bi rojan de di mal de ne şideta li ser jinê jî zêde bûye û got, divê di warê civakî û hiqûqî de piştgiriya mirovan bê kirin.
Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî diyar kir ku di pêvajoya izolasyonê de cihên alternatîf ku jin serlêdanê dikin her roja ku diçe têm kêmkirin û jinên serî li emniyetê didin jî paş de tên şandin.
Derûnas Gulbahar Şedal, bal kişand ser bandora tevdîra "dimaldemayînê" ya li ser jin û zarokan û ev tişt pêşniyar kirin: "Xwe keşif bikin, guh bidin hestên xwe. Bira ev pêvajo bibe dema ronîbûnê."