Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
- rojane
- 17:17 01/6/2024
Nobeta Edaletê ya Done Kaya ya bi daxwaza “darizandina adîlane” hatiye destpêkirin li Guvenparkê dom kir.
Nobeta Edaletê ya Done Kaya ya bi daxwaza “darizandina adîlane” hatiye destpêkirin li Guvenparkê dom kir.
DEM Partî amadehiyên hilbijartinê yên ku dê sibê li navçeya Periyê dê werin kirin, temem kirin.
Emîne Şenyaşar a ku 119 roj in daxwaza edaletê dike, carek din wê negirtin hundirê wezaretê. Endamên TMMOB’ê serdana wê kirin û gotin têkoşîna malbatê ji bo gel bûye hêvî.
Li Hîlwanê sibê hilbijartin xwecihî tê nûkirin. DEM Partî bang li her kesî kir ku xwedî li îradeya xwe derbikevin.
Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku wan di nava salekî dawî de herî kêm 23 hezar û 899 binpêkirinên mafan diyar kirine û anî ziman ku piraniya van binpêkirinan di bin sernavê îşkenceyê dê tên destgirtin. Çevîrmen da zanîn ku serlêdana wan ji bo hevdîtina bi Ocalan re bi wezaretê kiriye jî bêbersiv hatiye hiştin.
GOÇ-ÎZDER’ê kongreya xwe li dar xist û rêveberiya xwe ya nû bijart. Axiveran di kongreyê de bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Li navçeya Elbakê ya Wanê cerdevanê bi navê Akîf Çapik bi awayek guman mir.
Li Stenbol, Enqereyê û Îzmîrê di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de hat xwestin girtiyên nexweş Abdulhalîm Kaya, Mehmet Emîn Çam û Abdulkadîr Kuday demildest bên berdan.
Li Êlihê li aqûbeta xebatkarê Ozgur Ulkeyê Îsmaîl Agaya yê 30 sal berê hat windakirin û li Amedê jî li aqûbeta Giyasettîn Odûncû hat pirsîn û li Colemêrgê jî li aqûbeta karsazên kurd hat pirsîn.
Ji şîrînahiya ji xwaringeha TÎGEM’ê hatiye belavkirin zêdetirî 400 karker û malbatan xwe jehrî bûn. dermankirina 80 welatiyan dom dike.
Carek din Qada Galatasarayê bi bariyeran li Dayikên Şemiyê hat girtin. Dayikan li ber bariyeran daxuyanîd a û bang kirin ku faîlên Mustafa, Fahrî, Ramazan, Ekrem û Alî Bulut ên di sala 1994’an de li Licê di binçavan de hatin windakirin bên darizandin .
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên di meha gulanê de li dijî Şehba-Efrînê eşkere kir.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi boneya 49’emîn salvegera damezrandina YNK’ê peyamek belav kir û got; “Em dixwazin nakokiyên navxweyî bi hev re çareser bikin, yek helwestiya me wê parastina mafên me mîsoger bike û ezmûna berê jî ispatkiriye ku parçebûn xizmeta kesê nake.”
Mehmet Emîn Ersoy ê piştî 30 salên girtî hatiye berdan wiha got: “Ji bo azadî were hîskirin divê hemû hevalên me li derve bin.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên dawî yên Tirkiyeyê de diyar kir ku êriş rasterast li djiî hewldanên pêkanîna demokrasiyê li Sûriyeyê ye.