Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
- rojane
- 09:36 31/5/2024
Di şewata qlûba şevê ya li Beşîktaşê de 29 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî 9 gumanbaran îdianame hate amadekirin û ji ber sûcê “Bi qisûra zanebûn bûne sedema mirina gelek kesan” li her yekî 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hate xwestin.