Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
- rojane
- 20:34 29/5/2024
Der barê 42 kesên ji ber 1’ê Gulanê hatibûn girtin du îdianameyên cuda hatin amadekirin û di îdianameyê de bi giştî 567 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Der barê 42 kesên ji ber 1’ê Gulanê hatibûn girtin du îdianameyên cuda hatin amadekirin û di îdianameyê de bi giştî 567 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Di çalakiyên protestokirina êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê de, hat destnîşankirin ku serketiyê şer tüne ye tenê bazirganên çekan bi ser diketin û wiha hat bangkirin: "Komkujiya li Filistînê bidin sekinandin."
Dayikên ku ji bo tecrîda li Îmraliyê rabe ji Wanê hatin Enqereyê, laçikên spî yên li ser serê xwe avêtin erdê û xwestin dengê wan bê bihîstin.
Parlamenterên DEM Partiyê li navçeya Hîlwanê serdana esnafan kirin û ji niha ve peyama serketina 2’yê hezîranê dan xelkê.
Li Qoserê B.A. ya 21 salî li mala xwe bi awayek birîndar hat dîtin û ew rakirin nexweşxaneyê.
Malbata Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê tecrîdkirin û salek berdana wî hat taloqkirin, ji bo piştevaniya hiqûqî serî li OHD’ê û ÎHD’ê da.
Doza ku kesên tev li kampanyaya Gerînendetiya Weşanê ya Rojnajeya Ozgur Gundemê bûbûn jê dihatin darizandin, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de hate taloqkirin.
Dewleta tirk li gundê Tasûhê yê navçeya Xîzanê operasyona leşkerî da destpêkirin. Li gundê dorpêçkirî 2 kes hatin binçavkirin.
Hêzên girêdayî rejîma Îranê li bajarê Baneya rohilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin.
Li Colemêrgê di sala 2010’an de der barê 15 kesan de bi îdiaya “KCK” doz hatibû vekirin. Dozger piştî 14 salan mutalaya dozê da û ji bo hemû siyasetmedaran ceza xwest.
DEM Partiyê ji bo rakirina cezayê muebbeta girankirî pêşniyarqanûn da Meclisê.
DEM Partiyê bi boneya salvegera Komkujiya Çorumê daxuyanî da û wiha got: “Êriş û komkujiyên sîstematîk ên li dijî elewiyan îro jî bi polîtîkayên pişaftin û tunehesibandinê tên domandin.”
Endama Kolektîfa Femînîst a Aralikê Ferîde Eralp bal kişand ser lêgerîna tazî ya li girtîgehan tê ferzkirin û wiha got: “Dewlet dixwaze bêje ku ‘Ez dikarim dema tazîkirin û cilan li xwe kirina te diyar bikim’. Lê belê jin vê yekê qebûl nakin.”
Ji imzekarên nameya bi daxwaziya şandina heyeta bo Îmraliyê dan CPT’iyê parêzer Melanie Gingell got: “Pêwîste CPT hinek din jî wêrek tevbigere û der barê rewşa heyî de agahî bide me.”
Çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, yên rû bi rû û derketina dadgehê ya girtiyên siyasî di roja 185’an de didome. Girtî, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dikin.