Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
- rojane
- 14:46 29/5/2024
Malbata Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê tecrîdkirin û salek berdana wî hat taloqkirin, ji bo piştevaniya hiqûqî serî li OHD’ê û ÎHD’ê da.
Malbata Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê tecrîdkirin û salek berdana wî hat taloqkirin, ji bo piştevaniya hiqûqî serî li OHD’ê û ÎHD’ê da.
Doza ku kesên tev li kampanyaya Gerînendetiya Weşanê ya Rojnajeya Ozgur Gundemê bûbûn jê dihatin darizandin, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de hate taloqkirin.
Dewleta tirk li gundê Tasûhê yê navçeya Xîzanê operasyona leşkerî da destpêkirin. Li gundê dorpêçkirî 2 kes hatin binçavkirin.
Hêzên girêdayî rejîma Îranê li bajarê Baneya rohilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin.
Li Colemêrgê di sala 2010’an de der barê 15 kesan de bi îdiaya “KCK” doz hatibû vekirin. Dozger piştî 14 salan mutalaya dozê da û ji bo hemû siyasetmedaran ceza xwest.
DEM Partiyê ji bo rakirina cezayê muebbeta girankirî pêşniyarqanûn da Meclisê.
DEM Partiyê bi boneya salvegera Komkujiya Çorumê daxuyanî da û wiha got: “Êriş û komkujiyên sîstematîk ên li dijî elewiyan îro jî bi polîtîkayên pişaftin û tunehesibandinê tên domandin.”
Endama Kolektîfa Femînîst a Aralikê Ferîde Eralp bal kişand ser lêgerîna tazî ya li girtîgehan tê ferzkirin û wiha got: “Dewlet dixwaze bêje ku ‘Ez dikarim dema tazîkirin û cilan li xwe kirina te diyar bikim’. Lê belê jin vê yekê qebûl nakin.”
Ji imzekarên nameya bi daxwaziya şandina heyeta bo Îmraliyê dan CPT’iyê parêzer Melanie Gingell got: “Pêwîste CPT hinek din jî wêrek tevbigere û der barê rewşa heyî de agahî bide me.”
Çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, yên rû bi rû û derketina dadgehê ya girtiyên siyasî di roja 185’an de didome. Girtî, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dikin.
Kesê bi navê Kamîl Yilmaz li navçeya Torbaliyê dayik û bavê xwe kuşt.
Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya karkeran ku qeyûm beriya hilbijartinê xistine şaredariyê, ji sedî 75’ê bûdçeya şaredariyê ji bo mûçeyan diçe û wiha got: “Îdia hene ku bi bedela 400 hezar TL’an kes girtine şaredariyê. Yên pere dayîn girtine şaredariyê.”
Xizmên girtiyan ên ku di çarçoveya çalakiyên "Edalet pêk bîne, hiqûqê bi cih bînin" ji Wanê ji bo biçin Wezareta Dadê bi rê ketin, diyar kirin ku ew ji bo bibin dengê azadî û aştiyê têdikoşin.
Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Curnê Reş a DEM Partiyê ji bo hilbijartinên 2'yê Hezîranê yên li navçeyê bên lidarxistin, ji saziyên qanûnî daxwaza heyetên çavdêriyê kirin.