Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
- rojane
- 09:50 24/5/2024
Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê ku li ser sandelyeya biteker jiyana xwe didome bersiva, “Dikare bi gopal bimeşe" da.
Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê ku li ser sandelyeya biteker jiyana xwe didome bersiva, “Dikare bi gopal bimeşe" da.
Çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, yên rû bi rû û derketina dadgehê ya girtiyên siyasî di roja 180’an de didome. Girtî, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dikin.
Îkbal Eren diyar kir ku di hefteya hezaremîn de daxwaza wan, gorekî bi qurnefîlan hatiye xemilandin e û wiha got: “Heke ev welat ji tarîtiyê derkeve ronahiyê, ev yek dê li Qada Galatasarayê pêk bê.”
Welatiyan diyar kir ku divê her kes nerazîbûna xwe nîşanî tecrîda li Îmraliyê bide û gotin: “Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin. Divê em tim di nav çalakiyan de bin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan destnîşan kir ku 38 meh in tu agahiyê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nagirin û got: "Girava Îmraliyê kirine navenda bêhiqûqîtiyan. Çi dikeve ser milê kê divê bike."
Li Colemêrgê xizmên girtiyan xwestin ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û fikarên wan ên der barê girtiyan de ji holê bên rakirin.
Li Êlihê cotkarên ku seravaniyê dikin, anîn ziman ku lêçûnên wan zêde dibin, lê dahata wan wekî xwe dimîne.
Li Stenbolê ji kesên bi hinceta 1'ê Gulanê hatibûn binçavkirin, 27 kes hatin girtin.
Emîne Şenyaşar çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê di roja 110’an de berdewam kir. Şenyaşarê bang li serokomarê AKP’î kir û got: “We ev çavsorên ku em qetil kirin, kir parlamenter. We xwe li hember cîhanê rezîl kir.”
Girtî Mehmet Ayçiçek ê piştî 30 salan hat berdan, got: "Mesele ne azadiya fizîkî ye, azadiya zihnî ye."
DEM Partî ji bo hilbijartina Bajarokê Periyê ku dê di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin, mal bi mal xebatên hilbijartinê dimeşîne.
Înîsiyatîfa Qanûna Ji bo Jiyanê, ji bo nerazîbûnê nîşanî amadekariyên pêşniyarqanûna "kuştina" sewalên li kuçeyan bidin, li ber Meclisê ev bang kir: “Em ji bo sewalan bibin yek deng.”
Zarokê 17 salî Eren Ural ku li navçeya Somayê di çarçoveya MESEM’ê de weke stajyer dihat xebitandin, ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da.
Di danişîna doza zarokê 14 salî Y.D. ku îşkence lê hatibû kirin de dozger ji bersûcan re 14 sal û 6 meh ceza xwest.