Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
- rojane
- 14:10 30/5/2024
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê siyasî yê kurd Anvar Chaleshi ku bi nexweşiya penceşêra kolonê ye, piştî ku Rêxistina Îstîxbaratê ya Mûhafizên Şoreşê destûra wî ya tenduristiyê asteng kir, li nexweşxaneyeke li Ûrmiyeyê bi kelemçekirî tê ragirtin.