Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê bang li hemû kesên ji polîtîkayên îktîdarê nerazî û xwedî li maf û keda xwe derdikevin kir ku biherikin qadên 1’ê Gulanê.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû diyar kir ku Taksîm qada 1’ê Gulanê ye û wiha got: “Biryara AYM’ê ya di vê mijarê de heye. Peywira walîtiyê ne nîşandan cih, parastina ewlehiyê ye.”
Bazirganên Sûka Qada Haşimiyê yên îsotan difroşin bi lêv kirin ku ji ber krîza aboriyê edî kes nikare îsotan bikire.
Di roja 7’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên bi navê “Ceyran”, “Strîp-Tease” û “Kalabalik Dûasi” hat nîşandan.
Şanogerê kurd Ghotbedîn Sadeghî ku di gotûbeja di çarçoveya mîhrîcana şanoyê de axivî, diyar kir ku ji ber Kurdistan her tim di bin êrîşan de bû, xwestin bi rêya govendên rîtuel û ayînî mîtolojiyê zindî bigirin û wiha got: “Zindîgirtina mîtolojiyê dibe sedema hevgirtin, xwişk û biratî û ewlehiyê.”
Di roja 6’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên “Çînûr” û “Zîd û Han” hatin pêşandan.